BI DÎMEN

'Em ji DAIŞ'ê xelas bûn, niha jî dewleta Tirk bûye bela'

Dadat bajarokek e ku ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye dagirkirin. Diya-al din Mihemed ê ji Dadatê got, piştî zilma DAIŞ'ê, dewleta Tirk bûye belayê serê wan.

Dadat bajarokekî biçûk e ku li qiraxa çemê Sacûrê yê li bakurê Minbicê ye. Çemê Sacûrê ji bo jiyana li bajarok, çavkaniyeke girîng a jiyanê ye. Şêniyên bajarok bi xêra vî çemê dehl û rezên xwe av didin û debara xwe bi çandiniyê dikin. Ev çem ji bo karên paqijiyê jî bersivê dide pêdiviyên gelê herêmê. Jin bi teşta datînin ser serê xwe, avê ji vir tînin.

Aliyê din ê çemê Sacûnê, axa Cerablûsê ye.

Çeteyên DAIŞ'ê bi qasî sê salan ev bajarok dagir kirin. Çeteyan jiyana civakê tarî kirin û mirov bi bahaneyên biçûk qetil kirin. Diya-al din Mihemed ê Dadatî, li cihekî jora bajarok qala vê rewşê û bajarokê xwe dike.

Mihemed destnîşan dike, ku ew dagirkeriya dewleta Tirk qebûl nakin û dibêje, "Ev gundê Dadatê bi qasî sê salan di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de ma. Piştre hêzên QSD'ê hatin. Ev der ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin. Çeteyên DAIŞ'ê dema reviyan, li dû xwe Dadateke wêrankirî hiştin. Zilma ku çeteyên DAIŞ'ê li vê derê li gel kirin, hê baş derketiye holê. Ev der niha ewle ye, em xwe ewle dibînin. Lê dewleta Tirk ji me naqere. Dewleta Tirk gefê li vir dixwe û topan davêje. Em ji civak û dewletên navneteweyî dixwazin, ku rewşa me bibînin. Mayînê ji çeteyan man e, hê gefê li jiyana me dixwin. Ji ber van mayînan mirovên me jiyana xwe ji dest didin. DAIŞ'ê gelekî zilm li me kir. Dema reviya, çar ciwanên gundê me qetil kir û bi vî rengî reviya. Ti cudahî di navbera dewleta Tirk û DAIŞ'ê de nîne. Dixwazin vê derê dagir bikin."

Mihemed spasiya Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê û şervanên QSD'ê dike, ku ev herêm ji zilma DAIŞ'ê paqij kirin. Mihemed dibêje, "Em hêzên QSD'ê dixwazin. Dixwazin ew vê derê biparêzin. Dewleta Tirk dema ji aliyê Cerablûsê ve ev der dagir kir, bi dehan mirov qetil kir. Bi balafiran û topbaranê, mirovên me qetil dike. Em spiasiya şervanên QSD'ê û Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê dikin, ku em ji zilma DAIŞ'ê rizgar kirin."

...