Ehmed: AKP bi DAIŞ'ê re gefê li cîhanê dixwe û bêdeng dike

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed destnîşan kir, ku ji danûstandinên Cenevreya ew nehatine vexwendin ti encam dernakeve û diyar kir, hikûmeta AKP'ê bi DAIŞ'ê gefê li cîhanê dixwe û cîhan bêdeng kiriye.

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed destnîşan kir, ku ji danûstandinên Cenevreya ew nehatine vexwendin ti encam dernakeve û diyar kir, hikûmeta AKP'ê bi DAIŞ'ê gefê li cîhanê dixwe û cîhan bêdeng kiriye.

Ehmed danûstandinên Cenevre-3 yên di rojên pêş de bidomin, êrîşên li hemberî herêma Şehba û Şêxmeqsûd û komkujiyên AKP li Bakurê Kurdistanê dike, ji ANF'ê re nirxand.

'JI CENEVRE-3 ÇARESERÎ DERNAKEVE'

Ehmed da xuyakirin, ku ji bo danûstandinên Cenevreyê heta niha ew nehatine vexwendin û destnîşan kir, ku nepêkan e bi Heyeta Riyadê re li Cenevre-3 danûstandin were kirin. Hevseroka MSD'ê diyar kir, rejîm di dîktatorî, serwerî û şovenîzmê de israr dike, lê ti cudahiya mûxalefetê jê nîne û got, "Kesê di asta yekemîn de ji Heyeta Riyadê berpirsyar e, yekser heqaret li Kurdan kir û bi nêzîkatiyeke şovenîst nêzî Kurdan bû. Vê nêzîkatiya xwe jî dewam dike. Ev heyet ne rewa ye. Nepêkane ku ev heyet gelê Sûriyeyê temsîl bike. Ew çawa li hev dikin bila bikin, ev lihevkirina wan me weke MSD û gelên li Bakurê Sûriyeyê dijîn eleqedar nake." Ehmed da zanîn, ku ji civîneke bi vî rengî ti çareserî dernakeve û got, "Yekane tişta dikare jê derkeve, dewama rejîma berê ye."

'EGER ÊRÎŞ BI ZANEBÛN HATIBE KIRIN, EV YEK NÎŞAN DIDE KU BI TIRKIYEYÊ RE LI HEV KIRIYE'

Ehmed der barê bombekirina çepereke hêzên QSD'ê ji aliyê balafiran ve nirxand û got, "Li gorî agahiyên gihaştine ber destê me, li Til Rifatê balafirên koalîsyonê li çeperek Artêşa Şoreşgeran xistiye. Em nizanin bê ev bi şaşîtî rû daye, yan jî bi zanebûn hatiye kirin. Eger bi şaşîtî hatibe kirin divê daxuyaniya wê bê dayîn. Lê eger bi zanebûn hatibe kirin, ev yek nîşan dide ku di navbera wan û Tirkiyeye de li ser Helebê lihevkirinek heye."

Îlham Ehmed anî ziman, bûyerên li Heleb û derdora wê diqewimin, nirxandineke nû ya rewşê ferz dike û axaftina xwe wiha dewam kir: "Xuya ye Tirkiye ji bo planên xwe yên li herêma Helebê û derdora wê bi cih bîne, ketiye nava tevgerê. Dîplomasiya vê dimeşîne û ji aliyê pratîkî ve jî tedbîran digire. Komên çete yên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên xwedîkirin bi DAIŞ'ê re tifaq kirine û die ncamê de DAIŞ xwe vedikişîne, vê derê radestî koma Sûltan Mûrat dike. Rûsan xwe ji vir vekişandin û nînin. Niha li wê derê bi tenê hêzên koalîsyonê di nava tevgerê de ne. Ev li pêş çavên koalîsyonê tê kirin. Rewşeke nû ye û divê were nirxandin. Eger Tirkiye bixwaze planên xwe yên li ser Şehba bidomîne, ev yek wê ji aliyê gelê vê herêmê ve neyê qebûlkirin. Ji ber ku Tirkiye ne ji bo pêşeroja gelên Sûriyeyê, ji bo berjewendiyên dewleta xwe tevdigere."

Hevseroka MSD'ê bal kişand ser polîtîkayên şer ên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dimeşîne û got, "Hesabê Tirkiyeyê ew e ku Kurdên li Bakur tesfiye bike, piştre careke din berê xwe bide Rojava û bi tesfiyekirina Rojava re berê xwe bide Başûr."

'TIRKIYE-PDK BI HEV RE LI DIJÎ KURDAN DERDIKEVIN'

Ehmed ragihand, AKP tehemûl nake li ti cihî Kurd bibe xwedî maf û destnîşan kir, AKP dixwaze PDK û Barzanî bi kar bîne. Ehmed got, "Ji xwe PDK û Tirkiye li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd polîtîkayên hevpar dimeşîne." Ehmed wiha dewam kir: "Ji nêzîkatiya li hemberî têkoşîna li Bakurê Kurdistanê heta nêzîkatiya li Şoreşa Rojava, her wiha heta hewldanên bicihkirina PYD'ê li nava lîsteya terorê, polîtîkaya Tirkiye û PDK'ê yek e. Di vî warî de ji her alî ve hevkariyê dikin. Hesabên serweriyê dikin. Yekane derdê PDK'ê ew e ku xwe weke yekane mûxatabê Kurdan nîşan bide. Lê derdekî me yê bi vî rengî nîne. Ji bo me ya girîng; azadiya Kurdan e. Bêguman ne Tirkiye ne jî PDK sekna Kurdê azad qebûl dikin. Dixwazin Kurd her tim di bin destê wan de bin û li gorî dilê xwe wan bi rê ve bibin."

'AKP BI DAIŞ'Ê RE GEFÊ LI CÎHANÊ DIXWE'

Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de nerazîbûn nîşanî bêdengiya li hemberî komkujiyên AKP li Bakurê Kurdistanê dike, da û got, "Ya dibêjin, 'her du alî hînê xurt in; eger em bikevin navberê em ê tiştekî jê nexwin, tiştekî nikaribin bikin', ya jî dibêjin, 'Eger em îro bi ser Tirkiyeyê de biçin wê hingî DAIŞ'ê li her cihî bi kar bîne; li Ewropayê teqînên nû rû bide'. Yanî li pêşberî DAIŞ a AKP'ê serî ditewînin. Parastina ji DAIŞ'ê bi vî rengî nabe û DAIŞ bi vî rengî nayê qedandin. AKP her roj DAIŞ'ê xurtir dike û bi DAIŞ'ê re gefê li cîhanê dixwe. Lewma divê bi lezgînî helwestek li hemberî AKP-DAIŞ'ê bê nîşandan."