BI DÎMEN

‘Eger pêşî li hêviyên aştiyê bêne girtin gelê Kurd wê rêya xwe diyar bike’

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek li hember operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî partiya wan û siyasetmedarên Kurd nerazîbûn nîşan da, got: “Eger hûn pêşî li hêviyên aştiyê yên vî gelê bigirin, gelê Kurd wê rêya xwe diyar bike.”

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkîldarî polîtîkayên binçavkirin, girtin, pelçiqandin û zextê yên li ser partiya wan û Tevgera Siyasî ya Kurd daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniya li pêşiya avahiya Rêxistina DBP’a Amedê de Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek, hevserokên giştî yên KCD’ê Hatîp Dîcle û Leyla Guven, Wekîla Seroka Koma HDP’ê û Parlamentera HDP’ê ya Amedê Çaglar Demîrel, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli, siyasetmedarên Kurd û bi sedan kes amade bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên, “PKK gel e, gel li vir e”, “Zext nikarin me bêzar bikin”, “Heq hiqûq edalet wê PKK bîne” û “Amed îsyane ji Gever-Nisêbînê silav e” hatin berzkirin.

YUKSEK: DI 7 MEHAN DE 768 KES HATIN QETILKIRIN 1100 HATIN GIRTIN

Destpêkê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek axivî, bal kişand ser serdegirtina li ser avahiya partiya wan û bê hiqûqiyê, bi bîr xist ku di serdegirtinan de Hevserokê DBP’a Amedê Alî Şîmşek û hevserokên DBP’a navçeya Kayapinarê hatin binçavkirin. Yuksek got ev operasyonên li ser pariya wan û siyasetmedarên Kurd, parçeyek ji konsepta şerê desthilatî yê AKP’ê ye, destnîşan kir ku tevahî bi armanca siyasî pêk tên. Yuksek got li gor agahiyên fermî di çarçoveya polîtîkayên qetlîamê ya ji qetlîama Pirsûsê û vir ve 768 mirovên sivîl hatine qetilkirin, bîlançoya 7 mehan jî 1100 girtin, bi hezaran binçavkirin û bi sed hezaran bûyerên êşkenceyê ne.

 ‘EGER PÊŞÎ LI HÊVIYÊN AŞTIYÊ BÊN GIRTIN, GELÊ KURD WÊ RÊYA DIYAR BIKE’

Yuksek anî ziman ku ji ber polîtîkayên desthilatiya AKP’ê tevahî welat li qeraxa hilweşîneke aborî de ye, bal kişand bê hizûriya di nav gel de û got: “Ji ber polîtîkayên qirêj ên AKP’ê ne li rojava ne jî li rojhilat mirov nikarin ji malên xwe derkevin. Yekane berpirsê vê yekê yê pêvajoya muzakereyê bi dawî kir, mase quliband, Serokkomar Erdogan û desthilatdariya AKP’ê ye. Ev ne qedera me ye. Heta niha yên bi polîtîkayên zilm û şer tevgeriyan e çawa ketina nav sergoyê dîrokê, heman wê bi serê AKP’ê jî. Li hember hemû zext û zilmê hê jî hêviyên me hene. Ji bo Tirkiye, tevahî Rojhilata Navîn wê aştî di pêşengiya berxwedana gelê Kurd de were. Em ji vir bang li hikûmeta parçeyek ji gladyoya şer e dikin. Ka werin em li ser xeta aştî û demokrasiyê bên gel hev. “ Yuksek di berdewama axaftina xwe de ev bi lêv kirin: “Divê AKP’e dest ji van helwestên xwe yên pêşî li siyaseta demokratîk digire berde. Divê nebêjin ku ‘em çi bikin çiqas qetlîaman pêk bînin, wê herî dawî dîsa li ser maseya muzakereyê rûnin’. Eger hûn pêşî li hêviyên aştiyê yên vî gelî bigirin, wê gelê Kurd jî rêya xwe diyar bike.”

‘NE PARLAMENTO, JI BO HER TIŞT TÊKOŞÎNA GELÊ ME YE’

Piştî Yuksek mafê axaftinê Wekîla Seroka Koma HDP’ê û Parlamentera HDP’ê ya Amedê Çaglar Demîrel wergirt, operasyonên KCK’ê yên 2009’an bi bîr xist, wiha got: “Bi hezaran siyasetmedarên Kurd avêtin girtîgehan. Lê, ev siyasetmedar hem li derve hem jî hundir bi serbilindî geriyan. Ev operasyonên ku piştî heft salan careke din destpê kirin berdewama vê helwesta li dijî siyaset Kurd e. Ev operasyonên berê bi cemaatê re dimeşandin, niha bi spartekên AKP’ê CHP û MHP’ê re didomînin. Li Sûr, Silopiya, Gever, Cizîr li gelek qadan qetlîam pêk anîn, van mûxalîfên bi gotinê jî piştgirî kirin. Hê li Sûrê cenaze li erdê bûn, desthilatdariya AKP’ê bi hilweşandina avahiyan kete nava derdê rantê. Lê divê vê bizanibin, gelê Amedê vê bê hiqûqiyê qebûl nake, Niha bi van operasyonên qirkirina siyasî jî îradeya gelê Kurd tê hedefgirtin. Em wek HDP û DBP’ê em bi gelê xwe re mil bi mil têbikoşin, ji milekî din jî em ê li parlamentoyê ji bo meşandina siyaseta demokratîk têbikoşin. Divê vê baş bizanibin, parlamento ji bo me ne her tişt e. Ya eslî têkoşîna gelê me ye.” 

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

 

...