Efrînî li hember ambargoyê ditekoşin

Efrînî li hember ambargoyê ditekoşin

Piştî li ser Kurdên bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê êrîşan destpêkir û li peywêre jî ambargo hate meşandin, gel dest bi karanîna aş kirin û rojê 5-6 ton ard derdixîne.

Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê piştî ku li ser herêmê ambargo hate girankirin, bi armanca pêşwazîkirina pêdiviyên welatiyan, aş ku ev 70 sal bûn nedihat bikaranîn, ji nû ve hate vekirin. Aşê li gundê Bafilorê, berê bi avê dihat şixulandin, lê hate veguherandin û niha bi mazotê kar dike. Aşê ku demek beriya niha ji nû ve hate vekirin 24 saetan vekiriye û rojê 5-6 ton ard derdixîne. 

Xwediyê aş Silêman Omer diyar kir ku, piştî aşên modern derketin, êdî aşên avê hatin rawestandin, lê niha ji ber ambargoyê wan dîsa ev aş vekiriye. Omer destnîşan kir ku, pirsgirêka wan a sereke pirsgirêka mazotê û ya teknîkî ye û wiha got: "Ji ber ku rê girtî ne, mazot peyda nabe û em nikarin perçeyên motorê jî bi hêsanî bibînin. Dema aş xirab dibe em zehmetiyan dikişînin."