Edaleta ku ev 35 sal in nehatî!

Di hefteya 577’emîn çalakiya rûniştinê ya li Qada Galatasarayê hat lidarxistin de, jiyana Nûrettîn Yedîgol ê ku beriya 35 salan di vê rojê de hatibû binçavkirin hate vegotin.

Di hefteya 577’emîn çalakiya rûniştinê ya li Qada Galatasarayê hat lidarxistin de, jiyana Nûrettîn Yedîgol ê ku beriya 35 salan di vê rojê de hatibû binçavkirin hate vegotin.

Di çalakiyê de Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî jî hate bibîranîn, daxwaz hate kirin ku berpirsyar diyar in, bila ev bên dadgehkirin.

Dayikên Şemiyê ku bi daxwaza pirskirina aqûbeta xizmên xwe yên winda û darizandina kiryaran cara 577'emîn li Qada Galatasarayê ya Stenbolê hatin cem hev. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Nurettîn Yedîgol ê di 1981'an de di bin çavan de hate windakirin pirsîn û bal kişandin li ser bûyerên li Kurdistanê diqewimin. 

Li qadê pankarta "Kiryar diyar in, winda li kû ne" hate vekirin û wêneyê Yedîgol û çay û sîmît ku pirî jê hez dikir hate danîn. Dayikan wêneyên xizmên windayan jî hilgirtin û gelek kesan jî piştgirî dan çalakiyê. 

'EM GELEKÎ GIRIYAN ÊDÎ JI ÎRO Û ŞÛN DE NEGIRÎN'

Di çalakiyê de destpêkê xwîşka Yedîgol, Sevîm Demîr axivî û bi gotina "Em bi birayê xwe serbilind in" dest bi axaftina xwe kir, anî ziman ku li gel ku ti sûcê birayê wê tunebû jî hate binçavkirin, rastî êşkenceyê hat. Demîr a ku di axaftina xwe de gelek hestewar bû, gotina "Em gelekî giriyan êdî ji îro û şûn de negirîn" bi kar anî. 

'HEKE HÛN HINEKÎ MIROV BIN HÛN Ê HESTIYÊN ME BIDIN'

Piştre jî birayê Yedîgol, Muzaffer Yedîgol axivî û diyar kir ku li gel ku bizmar bi serê birayê wî de kutane jî serê xwe netewandiye. Yedîgol anî ziman ev 35 sal in der barê birayê xwe de agahî negirtine, rewşa welat her diçe xirabtir dibe. Yedîgol ê bang li dewletê kir wiha got: "Têkoşîna me beriya 35 salan dest pê kir. Ji ber ku hiqûq û edalet nemaye êdî me hewaleyî Xwedê kiriye.

Heke hûn hinekî mirov bin hestiyên me bidin me. Em ê bibêjin gorekî me heye. Em ji we tiştekî zêde naxwazin, lê we ji me gelek tişt bir." Yedîgol got ku heke beriya salan berpirsyar bihatana darizandin îro mirov li Kurdistanê nedimirin. 

ÛMÎT EFE: LI GEL ŞAHÎDBÛN QEBÛL NEKIRIN

Nûnerê TÎHV'ê yê Stenbolê Ûmît Efe yê di heman demê bi Yedîgol re hate binçavkirin jî axivî û wiha got: "Gelek êşkenceyên giran li Nurettîn kirin. Bizmar li serê wî xistin û elektrîk dan bedena wî, lê wî bersiv nedida. Şahid tenê ne ez im, kesên bi me re hatibûn binçavkirin hebûn. Lê, li gel vê yekê jî em wekî şahid qebûl nekirin, îfadeyên me nehatin qebûlkirin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin."

Parêzera malbatê Eren Keskîn jî anî ziman ku Yedîgol di bin çavan de nehatiye qeydkirin û dewletê bersiv nedaye daxwaznameyên ku hatine dayîn û ev agahî da: "Me wekî ÎHD serlêdan kir. Gilî kir. Me xwest şahid bên guhdarkirin. Bi hinceta demborînê birayara dozvekirinê nedan. Dewleta totalîter û mîlîter ji bo li ser hemû tiştan bigirin hiqûq kirin amûr."
Ji mirovên şemiyê Cihan Kaplan jî got meqamên edlî peywira xwe ya bicihanîna edaletê pêk naynin. Kaplan ê ku pêvajoya windakirina Yedîgol vegot wiha axivî: "Îro hiqûq pêk nayê, edalet pêk nayê, lê em ê bêzar nebin û dest ji têkoşîna xwe bernedin. 

Piştî daxuyaniyê hate xwestin kesên ku di qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî de berpirsyariya wan heye bên darizandin.