DYE: Divê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Reqayê bigirin
Berdevkê Koalîsyona Navneteweyî Steve Warren diyar kir ku dixwazin Reqa ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk bê girtin.
Berdevkê Koalîsyona Navneteweyî Steve Warren diyar kir ku dixwazin Reqa ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk bê girtin.
Têkildarî mijarê Berdevkê Koalîsyona Li Dijî DAÎŞ’ê Steve Warren wiha got: “ Hêza herî bi qûwet a ku dîsa wê karibe Dêra Zor û Reqayê bigire Hêzên Sûriyeya Demokratîk in. Em bawer dikin ku hêzên muxalefata Sûriyeya ku em piştgîrî dikin û em ê pişgirî bikin wê bikevin Reqa û Dêre Zorê. Ji ber ku hedefên me yên beşdarbûnê hene. Ev hedefên me jî Sûriyeyeke dewlemend e ku aştî lê berdewam bike.” Warren wiha berdewam kir: “Beşer Esad ji derveyî dîktatorî û zalimiyê ne li pey tiştekî din e.”
Warren diyar kir ku di demeke nêz de bawer dikin ku wê operasyona Reqayê destpê bike û wiha got: “Ya rast ew e ku ne Rûsya ne jî Hêzên Sûriyeya Demokratik wê Reqayê di demek nêz de rizgar bikin “