Du çawîşên pispor ji ber qaçaxtiya sînor hatin binçavkirin

Du çawîşên pispor ji ber qaçaxtiya sînor hatin binçavkirin

Midûriya Polîsan a bi Sûcên Organîzekirî û Qaçaxvaniyê re Têdikoşe ya Rihayê, vê sibê li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê operasyonek pêk anîn û tevî du çawîşên pispor bi giştî 20 kes binçav kirin.

Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin ev operasyon saet di 05.30’an de dest pê kiriye. 200 polîs û cenderme û her wiha 30 polîsên tevgera taybet tevlî operasyonê bûn. 20 kesên ku bi gumana qaçaxvaniya sînorê Sûriyeyê dikin hatin binçavkirin. Di nava van de du çawîşên pispor pispor jî hene.