Du bira di avê de fetisîn

Li herêma di navbera taxa Mehmûdiyê û gundê Kefer Şîl de 2 birayên ku yek 10 û yek 16 saliye xeniqîn.

Li herêma di navbera taxa Mehmûdiyê û gundê Kefer Şîl de 2 birayên ku yek 10 û yek 16 saliye xeniqîn.

Zarokên bi navê Ziyad Husên (16) û Remzî Hesen (10) yên ji gundê Xilinîrê di qenaleke avê ya di herêma di navbera taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê û gundê Kefer Şîl de fetisîn. Herdû zarokên ku birayên hevin di qnala avê ku ji bendava Meydanê tê de melevanî dikirin û di avê de xeniqîn. Kurê xalê herdû zarokan ku li gel wan bûn derhal berê xwe dan navenda Asyaşê û wan agahdar kir. Hêzên Asayîşê berê xwe dan cihê bûyerê û cenazeyên herdû zarokan derxistin.

Çavkaniyê Asayîş destnîşan kir herdû zarok di roja betlaneyê de bûn û tevî kurê xalê xwe derketibûn seyranê. Çavkanî da zanîn ku destpêkê Remzî ketiye avê û birayê wî xwestiye wî rizgar bike ew jî fetisiye.