Dr. Miheme Emir Elî: Derfetên tine, bûn sedema şehadetan
Li Kobanê ji çar nexweşxaneyan yek tenê xizmetê dide. Doktor Miheme Emir Elî diyar kir ku ji ber tinebûna derfetan, wan nekarîne hin ji şervanên birîndar rizgar bikin.
Li Kobanê ji çar nexweşxaneyan yek tenê xizmetê dide. Doktor Miheme Emir Elî diyar kir ku ji ber tinebûna derfetan, wan nekarîne hin ji şervanên birîndar rizgar bikin.
Li Kobanê ji çar nexweşxaneyan yek tenê xizmetê dide. Doktor Miheme Emir Elî diyar kir ku ji ber tinebûna derfetan, wan nekarîne hin ji şervanên birîndar rizgar bikin.
Li pêş çavê tevahiya cîhanê, zêdeyî 6 mehan li Kobanê bi dayîna berdêlên giran berxwedaneke bêhempa hat meşandin û ev şer hînê jî dewam dike. Her çiqas aliyek şer, berxwedan be, aliyek jî encamên vê berxwedanê ye. Ew kesên ku di nava şer de serketinek mezin bi dest xistin ne tenê axa Kobanê rûmeta cîhanê û mirovahiyê parastin. Peywira cîhanê jî bêguman xwedîderketina li van nirxan û berxwêdêran e. Li navenda Kobanê niha kesên ku di nava şer de yan jî bi mayinan birîndar bûne di şert û mercên giran de tedawî dibin. Hin kes jî hene ku ji ber derfetên nexweşxanê tine ye nikarin tedawî bibin, bi zor û zehmetiyan derbasî Bakurê Kurdîstanê dibin. Lewre li navenda Kobanê ji çar nexweşxaneyan tenê yek xizmetê dide. Doktorê nexweşxaneyê Miheme Emir Elî bal kişand ser bêderfetiya tibî û diyar kir ku ji ber tinebûna derfetan wan nekarîne gelek birîndaran rizgar bikin. Doktor Elî ban li mirovên pispor kir ku alîkariya wan bikin û got, "Ez ji destpêka şer heta niha li vir im. Destpêkê me pir zehmetî kişandin. Wek hûn jî dizanin DAÎŞ êrîşek pir dijwar li vir kir, bi tank û topên xwe dihatin ser me. Me pêşiyê ji bo birîndaran odeyek tenê amade kiribû û heta ji destê me dihat em li cihên dûrî şer bi cih dibûn. Lê dîsa jî cihek ku êrîş lê nehatiba kirin nemabû, ji ber hawanên ku dihatin avêtin me 3 caran cih guhertin. Ji aliyê dermanan ve kêmahî pir hebûn, doktor û kesên pîspor tine bûn. Ev kêmasî mixabin hînê dewam dikin."’
'BI TENÊ NEXWEŞXANEYEK HEYE'
Doktor Miheme Emir Elî anî ziman ku ew pîsporê dahiliyê ye lê ji ber ku doktor tineye li nexweşiyên cerahî jî dinêre û got: "Birîndarên me pir e, ji ber ku li vir derfet tine em wan dişînin aliyê bakur. Lê bi seatan em li benda derî dimînin ku were vekirin, lê heta digihijin wir rewşa wan giran dibe, hin kes bi vî awayî li ber çavên me şehîd ketin. Niha li gorî berê şer sivik bûye lê kesên heremê zêde bûne, her roj bi hezaran kes vedigerin. Li gundan şer hînê didome, li hember vê, hejmara me ya doktoran wek berê ye, em 3-4 kes dixebitin." Miheme Emir Elî dawiya axaftina xwe de bangawaziya alîkariya dermanan jî kir û wiha got: "Belê alîkarî car caran tê lê bersivê nade pêwîstiyan. Ji ber derman kêm e em li gor doza ku pêwist dike em bidin birîndarekî em nikarin bidin, kêm didinê. Derfêtên me yên emeliyatkirinê tine ne, cîhazên di destê me de têra emeliyatek giran nake û birîndar hin rojan 7-8 kes bi hev re çêdibe. Nexweşxane yek tenê ye. Pêwistî bi nexweşxaneyek mezin heye ku birîndar jî, kesên herêmê jî karibe sûdê jê werbigirin. Em dîsa bangawazî dikin ku kesên di beşa xwe de pîspor in bila werin peywira xwe li vir bi cih bînin. Bi taybetî jî pêwistî bi beşa ortopedî û cerrahî pir heye. Hemşîre û kesên zane bila werin xizmetê ji vî bajarê re bikin."
'HEMŞÎREYÊN LI BAKURÊ KURDISTANÊ NE BILA VEGERIN'
Hemşîreya nexweşxanê Zozan Ebdî ya ji Kobanê ye da zanîn ku bi hatina koçberan re hejmara şêniyên bajêr zêde dibe û yek nexweşxane têrê nake. Zozan wiha axivî: "Ez, 2 meh in li vir im. Ji bo tedawîkirina birîndara hatime, li rewşên lezginî dinêrim. Ji ber ku hejmara me kêm e em sibehê heta êvarê dixebitin. Em ji vê rewşê gazinan nakin, lê ji ber ku doktor û hemşîre kêm in rewşa birîndaran dikeve xeteriyê. Em dixwazin pêşî hemşîreyên Kobanê ku niha li Bakurê Kurdistanê dimînin bila werin vir û alikariya me û yê welatiyên xwe bikin. Ji bilî wê kesên dilxwaz, mirovîxwaz jî bila tiştên ku ji destê wan tê bila bikin." Zozan anî ziman ku bi hatina havînê RE nexweşî jî zêde dibin û wiha dawî da axaftina xwe: "Niha kesên koçber jî vedigerin cihên xwe, hejmar her ku zêde dibe pêwîstî jî zêde dibe. Bi hatina havînê re wê nexweşî jî pir bibe û nexweşxaneya vir ne gengaz e ku bigihêje ewqas kesî, lewre kêmasiya dermanan gelek e. Daxwaziya me alîkarî bila tenê di gotinan de nemîne û çi ji destê kê tê bila bike."
'PEYWIRA PÎROZ XIZMET BIRÎNDARAN E'
Welatiya nexweş Evdo Cido jî bangawazî li hemû kesan kir û got: "Peywira herî pîroz, xizmeta birîndaran e." Evdo axaftina xwe wiha dewam kir: "Em û hemû kes jî dizane ku kêmasiyên vir pir in. Doktor kêm in, derman kêm in, derfet tine ne. Ji hemû kesan daxwaza me eger dilsozê vê berxwedanê û welatê ne divê pêşî alîkariya vir bikin. Kesên dikarin xizmetê bikin ên ji mirovahiyê hez dikin, divê werin vir. Kesên li vir li hember hemû derfetên tine û dijwar xizmetê dikin. Tiştên ji destê wan tê dikin lê derfet kêm in, alîkarî divê were kirin."