Dozgerî wê gora komî ya Doktor Zeyno jî tê de ye lêkolîn bike

Goreke cenazeyên gerîlayên ARGK'ê yên di şerekî sala 1997'an ê li navçeya Wan Miksê jiyana xwe ji dest dan tê de ne, wê îro were vekirin.

Goreke cenazeyên gerîlayên ARGK'ê yên di şerekî sala 1997'an ê li navçeya Wan Miksê jiyana xwe ji dest dan tê de ne, wê îro were vekirin. Dozgeriyê bang li Ehdînûr Elbîr ku di sala 2013'an de gotibû ew cihê gorên komî dizane kir û jê xwest, cihê gora komî nîşan bide. Elbîr wê îro cihê gorên komî nîşanî dozgeriyê bide.

Bi sedan gorên komî hene, ku cenazeyên gerîlayên ARGK'ê yên di salên 1990'î de li herêma Serhedê jiyana xwe ji dest dan lê hatin binaxkirin. Beşek ji van gorên komî li Bedlîs û Wanê ne. Cihê gelek ji wan hînê nehatine tespîtkirin. Gelek gorên komî yên tên zanîn jî hînê nehatine vekirin. Li Wanê yek ji cihên herî zêde gorên komî lê hene, navçeya Miksê ye. Yek ji van gorên komî yên li Miksê, piştî daxuyaniyên endamê Meclîsa Şaredariya Miksê Ehdînûr Elbîr ku di sala 2013'an de eşkere kiribû, derket holê.

'3 SAL PIŞTÎ DAXUYANIYA ELBÎR, DOZGERÎ KET NAVA TEVGERÊ'

Dozgeriya Komarê ya Miksê, 3 sal piştî van daxuyaniyên Elbîr ket nava tevgerê û bang li Elbîr kir ji bo jê re bêje cihê gorên komî li ku ye. Bi agahiyên ji aliyê Elbîr ve were dayîn re wê yekemcar li Miks a gelek gorên komî lê hene, goreke komî bê tespîtkirin.

Ehdînûr Elbîr ê li navçeya Miksê dijî li ser mijarê agahî da ANF'ê. Elbîr Elbîr da xuyakirin, ku ji ber îxbarekê, 4 gerîlayên xwe di nava keriyê pez de veşartibûn eşkere bûne, li ser vê yekê di navbera wan û leşkeran de şer derketiye, piştî şer gerîlaya ARGK'ê ya bi navê 'Doktor Zeyno' dihat naskirin, jiyana xwe ji dest daye. Elbîr got, "Di mehên havînê de PKK'yî hatibûn navçeyê û piştre ji navçeyê derketibûn. Dema dihatin gundikê Kanî Sergîsê îxbar li wan hatibû kirin. PKK'yî ji bo neyên girtin xwe di nava keriyê pez de veşartibûn. PKK'yiyên ji aliyê leşker û cerdevanan ve hatibûn dorpêçkirin, demeke dirêj li hemberî leşker û cerdevanan şer kirin. Di şer de 1 leşker û 2 cerdevan hatibûn kuştin. Ji gerîlayan jî PKK'yiya weke Doktor Zeyno dihat naskirin, ji yana xwe ji dest da. PKK'yiyan di nava xwe de gotin 'Zeyno şehîd ket'. Şivanê ku şahidê zindî yê vî şerî bû, bûyer ji şêniyên navçeyê re got. Lê belê ji ber zexta wê demê kesî nikarîbû cenaze rakira. Cenaze bi rojan di bin wê tava dijwar de li naverastê ma. Piştî şer, cenaze bi rengekî parçekirî li wir hat hiştin. 4 kesên wê çaxê cerdevan bûn, piştî ku cenaze di wê rewşê de dîtin, hatin navçeyê û çekên dewletê danîn."

'LI MIKSÊ GELEK GORÊN KOMÎ HENE'

Elbîr da xuyakirin, ku ji sala 1997'an û vir ve cenazeyê 'Doktor Zeyno' di nava tehtan de ye, ji aliyê însanî ve ev rewş ne ya qebûlkirinê ye, lewma divê saziyên pêwîdar derhal cenaze ji nava tehtan derxînin û di encama testa li Saziya Tipa Edlî de radestî malbatê were kirin.

Elbîr got, "Navçeya Miksê di vî şerê kirêt de veguherî gora komî. Li navenda navçeyê gelek gorên komî hene, ku me bi çavên xwe dîtine."