Doktor jî, nobedar jî dildar in
Personelên tenduristiyê yên li nexweşxaneya Til Temirê xizmetê didin dan xuyakirin, ku niha doktorên Ereb û Asûrî jî alîkariyê dikin û gotin, "Divê destek ji her kesî were."
Personelên tenduristiyê yên li nexweşxaneya Til Temirê xizmetê didin dan xuyakirin, ku niha doktorên Ereb û Asûrî jî alîkariyê dikin û gotin, "Divê destek ji her kesî were."
Li nexweşxaneya li Til Temirê, bi dijwarbûna şer re doktor û hemşîreyên dildar xizmetê didin. Li Til Temirê ku hema hema li milê her kesî çekek heye, xebatkarên nexweşxaneyê û doktor ji bajarên din ên Kantona Cizîrê tên û li vê derê bi dildarî xizmeta tenduristiyê didin.
Operasyona hêzên YPG/YPJ'ê ya li hemberî Til Hemîs û Til Berakê jî bi awayekî serketî dewam dike. Herêm ji çeteyan hat paqijkirin. Di ser êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî gundên Asûrî û Kurdan ên li Til Temirê, qetilkirina mirovan û revandina bi sedan Asûrî re hefteyek derbas bû. Kantona Cizîrê jî, bi ruhê seferberiyê destekê dide operasyonên li hemberî çeteyan.
Ewlekariya nexweşxaneyê jî ji aliyê Kurdistaniyên li Til Temirê ve bicih tê anîn. Xebatkarên nexweşxaneyê ku bi derfetên kêm hewl didin hem şervanên di şer de birîndar bûne, hem jî gelê herêmê tedawî bikin. Tê gotin ku di serî de pêdiviyên destwerdana tibî ya lezgîn pêwîstî bi kel û melên ji bo emeliyatê heye. Ekîba nexweşxaneyê da xuyakirin ku hin ji doktorên Ereb û Asûrî tevkariyê dikin û got, "Girîng e destek ji her derdorê bê."
'DEWLETA TIRK DERMANAN LI SER SÎNOR DISEKINÎNE'
Ekîbên tenduristiyê yên Til Temirê dibêjin, "Alîkarî bi rêya saziyên dildar an jî bi rêya Heyva Sor a Kurd dikarin bigihêjin me." Doktor û hemşîreyan dan xuyakirin ku derman û kel û melên ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tên şandin, belasebep li ser sînor tên sekinandin û bi derengî digihêjin wan.
Ekîba nexweşxaneyê diyar kir ku desteka dewleta Tirk a ji bo çeteyan gelek caran bi belgeyan ji aliyê raya giştî ve hatiye dîtin û anî ziman ku sekinandina kel û melên tibî ji aliyê leşkerên Tirk ve li ser sînor, dewama vê desteka ji bo çeteyan e.
Dan xuyakirin ku li her devera cîhanê maf heye mexdûrên şer, nexweş û birîndar werin dermankirin, lê belê dewleta Tirk vê yekê weke navgîneke şerê taybet li hemberî gelê Rojava bikar tîne.
Ekîba nexweşxaneyê got, "Ji ber ku em dewleta Tirk nas dikin, ti hêviyê jê nakin" û destnîşa kir ku mafê dewletê nîne ku pêşî li hatina alîkariya ji bo gelê Kurd bigire. Ekîba nexweşxaneyê ragihand ku di serî de Bakurê Kurdistanê gelê li parçeyên din ên Kurdistanê divê li sînoran ne aliqin, piştgiriya wan bike û got, "Ancax em dikarin ji birîndarên xwe re bibin derman."
LI NEXWEŞXANEYÊ DOKTOR Û HEMŞÎREYÊN DILDAR DIXEBITIN
Ekîba doktor û personelên tenduristiyê ya bi ruhê seferberiyê ji Amûdê, Qamişlo û Dirbesiyê hatine li nexweşxaneya Til Temirê dixebite got, "Li ser bingeha şert û mercên şer, divê xebatkarên tenduristiyê û doktor hîn bêhtir alîkariyê bidin. Piştevaniya me bikin."
DR. SÎRVAN: PÊWÎSTÎ BI EKÎBÊN TENDURISTIYÊ YÊN DILDAR HEYE
Dr. Sîrvan ku doktorê dirana ye, bi dildarî hatiye Til Temir û dixebite. Dr. Sîvan piştî destwerdana tibî ya destpêkê, li gorî rewşê nexweşan dişîne nexweşxaneyên li Kantona Cizîrê. Dr. Sîrvan da zanîn ku divê li her cihî desteka doktor û ekîbên tenduristiyê yên dildar zêde bibe û got, "Gelê me li hemberî belayê çeteyan şer dike. Em doktor û ekîbên tenuristiyê jî çi ji destê me bê divê bikin. Hevalên doktor û xebatkarên tenduristiyê yên dikarin bê, bila werin alîkariya me. Hevalên nikarin bê pêwîste alîkariya tibî û derman ji me re bişîne. Em di sala çaremîn a têkoşînê de ne û gelê me vî şerî bi hêza xwe ya cewherî dimeşîne. Çawa heta niha destek hat dayîn, divê ji niha û pê ve jî dewam bike. Li nexweşxaneyê 3 hemşîreyên Ereb û 2 hemşîreyên Asûrî gelekî alîkarî dan me. Em vê yekê ji xwişk û birayên xwe yên din ên Kurd jî hêvî dikin."
Hemşîreyên bi navê Cemîle, Jiyan û Sema jî ji bo ciwan û dildarên alîkariyê li nexweşxaneyê bidin wan banga "Mîna me di kar û xebatê de cih bigirin."