DODER wê destekê bide xebatên HDP'ê

DODER'ê ragihand ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ew ê destekê bidin HDP'ê û cihê xwe di xebatên hilbijartinê de bigire.

DODER'ê ragihand ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ew ê destekê bidin HDP'ê û cihê xwe di xebatên hilbijartinê de bigire. 

Komeleya Xwendekarên Azad a Dêrsimê (DODER) bi daxuyaniyeke nivîskî da xuyakirin, ku ew ê di hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê de destekê bidin xebatên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP).

Di daxuyaniyê de hat raighandin ku ew ê destekê bidin HDP a li cem gelên bindest cih digire û hemû nasname û baweriyên cuda di nava xwe de vedihewîne.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji bo yên navnîşana xwe neanîne Dêrsimê roja herî dawî 9'ê Adarê ye û ji xwendekarên hesas û hestyar hat xwestin ku navnîşana xwe bînin Dêrsimê û tevlî xebatên hilbijartinê bibin.

DODEF'ê destnîşan kir ku ew ê rê nedin AKP, CHP û mejiyên din ên faşîst.
 
DESTEKA JI BO XWENDEKARÊN LI ÇEWLIKÊ

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo destekdayîna xwendekarên li Çewlikê di greva birçîbûnê de ne, wê sibehê saet di 08:00 de biçin Çewlikê.