8 sal berê Ahmet Kaymaz tevî kurê xwe Ûgûr Kaymazê 12 salî yê bi 13 gule lêxistin, ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin kuştin. Weke hemû dozan dadgehên Tirk careke din kujeran fihêl kiribûn û pirsên ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) 8 meh berê derbarê kuştina Kaymaz û bavê wî de ji Tirkiyeyê pirsî bûn bê bersiv mane. Parêzerê malbatê Erdal Kûzû jî diyar kir ku dewleta ji bo pirsên ku DMMEyê ji Tirkiyeyê pirsîne li hincetekê digere û diyar kir ku ev yek tenê têra mehkûmbûna Tirkiyeyê nake.
21ê mijdara 2004, Ûgûr Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymaz hatin qetilkirin. Ûgûr Kaymazê 12 salî bi 13 guleyan hatibû qetilkirin. Ji ber hewldanên malbata Kaymaz, rêxistinên sivîl, partiyên siyasî rê li ber hewldanên dewleta Tirk ên bi awayê “terorîst hatin kuştin” girtin û nehiştin ku ev komkujî were nixûmandin.
Li gel hemû hewldanan têkoşerên vê dozê ji bo cezakirina 4 polîsên bersuc tişta ji destên wan hatin kirin. Lê bi hinceta “ewlekariyê” dozê veguhestin bajarê Tirkiye Eskîşehîrê. Gelek kesên beşdarî bîranîna Ûgûr Kaymaz bûn hatin girtin û darizandin. Parêzerê malbatê Tahir Elçî xwest di çarçoveya dozê de biçin cihê bûyerê û ji nû ve keşif bê kirin, ji ber wê jî di navbera wî û serokê dadgehê de nîqaş çêbûn û ev yek bû sedem ku bi hinceta “bandorê li darizandina adil kiriye” doz lê hate vekirin.
4 polîsên bersuc di encama dadgehkirina li Tirkiyeyê pêk hat de bereat kirin û piştre dosya ji bo temyizê çû ber destê Daîreya 1’emîn a Ceza ya Dadgeha Bilind a Tirk û di sala 2009 de ev biryar ji aliyê Dadgeha Bilind ve hae erêkirin. Malbata Kaymaz piştî vê biryarê, dozê bir ber destê dadgehên navneteweyî. DMMEyê mijdara 2010 serlêdana Kaymaz qebûl kir û pêvajoya huqûqê hate destpêkirin.
DMME’YÊ LI BENDA BERSIVANE
DMME di meha adarê de hin pirs ji Tirkiyeyê kirin û derbarê encama komkujiyê de agahî xwestin. Encax ev 8 mehe hêj tu bersiv nedane DMME’yê. Pirsên ku dadgehê ji Tirkiyeyê pirsîne û ev çend mehe bê bersiv hatine hiştin ev in:
* Mafê jiyanê : Gelo mafê jiyanê yê Ugur Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymaz hatiye binpêkirin?
* Ma serhildan hebû? : Peymana Mafê Mirovan ya Ewropayê (PMME) di 2’emîn xala peymanê de dibêje ku di demên “Parastina kesekî ya li hemberî tundiya dijî zagonê” , “Kesê ku der barê wî de biryara girtinê heye û direve” û "Di dema serhildan û raperînan de” ev maf tê astengkirin. Gelo ev mercên jor hatine jimartin pêk hatibûn?
* Çima 13 gule: Gelo hêza ku li hemberî wan hatiye bikaranîn dibin şert û mercên jor hatine jimartin de pêk hatiye. (Xala 2’yemin a PMME ji bilî biryara dadgehan ya înfazkirina sucdarê bi mirinê hatiye cezakirin, kuştina kesan qedexe dike)
*Gelo ew neçar bûn bikujin: Gelo di dema operasyona li hemberî Kaymaz de hêzên ewlehiyê neçar bûn wan bikujin. Tu rê din tunebûn?
* Ma nedikarin wan bê bandor bikin: Qey nedikarin şuna wan bikujin wan bê bandor bikin û desteser bikin?
* Dabaş guncaw bû?: Dabaşa têkildarî bikaranîna çekan ya wê demê, gelo li gor mevzuata PMME’yê bû. Ev mijara mafê jiyanê ya kesan diparêze an na.?
* Her wiha DMME’yê xwest ku ka polîsên tevlî operasyonê bûne hatine lêpirsînkirin û derbarê darizandinê çi hatiye kirin de jî agahî bê dayîn. Dadgehê di vê çarçoveyê de hemû belgeyên têkildarî van hewldanan ji Tirkiyeyê xwest.
PARÊZER KUZU: DEWLET DIXWAZE XEF BIKE
Parêzerê Malbata Kaymaz Erdal Kuzu ku ji ANF’ê re axivî got ku heta niha dewletê tu bersiv nedane DMME’yê. Kuzu got ku hêj tu agahî nehatine ber destê wan û li bendê ne ku heta dawiya îsal encamek derkeve. Kuzu diyar kir ku ji xwe ew dizanin rewş çi ye û hemû tiştî dizanin, lê dewlet hewl dide ku rastiyan xef bike. Kuzu got ku li gor me û malbata Kaymaz kuştina Ugur û Ahmet Kaymaz kuştinekî bê daraze û tu tişt jî nikare vê rastiyê ji holê rake. Kuzu da zanîn ku bi taybet ew li bendê ne ku Tirkiye li DMMEyê ji ber binpêkirina mafê jiyanê were cezakirin.
HIŞMENDIYA KU NE ZAROK NE JÎ JINAN NAS DIKE.
Di nava van 30 salên dawî de nêzî 400 zarokên kurd bi destê dewletê hatine kuştin. Di desthilatdariya AKP’ê ya 10 salan de jî 178 zarokên kurdan dîsa bi destê dewletê raste rast hate kuştin. Di vî warî de gotina herî sosret jî ya Erdogan ku di 1’ê nîsana 2006’an de gotibû “Zarok jî be jin jî be, hêzên me çi pêwîst bike dê bikin” e. Piştî van gotinan li seranserê Kurdistanê zarokên kurdan bûn encama dewletê û hatin qetilkirin.
WELATÊ KOMKUJIYÊN ZAROKAN
28ê adara 2006 li Amedê di xwepêşandanan de Enes Atayê 8 salî, Fatîh Tekînê 3 salî, Abdullah Dûranê 9 salî, Mahsum Mizrakê 17 salî, Emrah Fîdanê 17 salî, Îsmaîl Erekê 8 salî bi guleyên polîsên Tirk hatin kuştin, di xwepêşandanên 15ê Sibata 2008 de li Cizîrê panzeran pê li Yahya Menekşeyê 16 salî kir û perçiqand, 28ê Îlona 2009 li navçeya Licê ya Amedê teqemeniyek li Ceylan Onkola pezê xwe diçêrand ket, 9ê cotmeha 2009 polîsan bombeya gazê li Mehmet Uytunê 18 mehî yê di hembêza dayika xwe debû xistin û qetil kirin. Dîsa 2009ê di xwepêşandanên li Colemêrgê Enver Tûranê 15 salî ji aliyê çawişek pispor ê Tirk ve hate kuştin. Sala 2010 Rojîvan Îdem (11), Umut Furkan Akçil (7), Ahmet Îmre (12), Îsa Îbrahimzade (14), Canan Saldik (16), Birem Basan (14), Oguzcan Akyurek (13), Îzzettin Boz (14) û Mehmet Nuri (14) ji aliyê hêzên dewltê ve hatin qetilkirin.
28ê berfanbara 2011 jî artêşa Tirk bi zanebûn li gundê Roboskî yê navçeya Qilabana Şirnexê 34 zarok û ciwanên Kurd qetil kir. Ji vana 19 kes zarok bûn: Ozcan Uysal (18), Celal Encu (15), Erkan Encu (13), Adem And (15), Mehmet Encu (15), Şervan Encu (16), Cemal Encu (16), Şıvan Encu (14), Bilal Encu (15), Mahsum Encu (16), Salih Encu (17), Serhat Encu (17), Savaş Encu (15), Çetin Encu (12), Bedran Encu (12), Huseyin Encu (18), Aslan Encu (15), Orhan Encu (15), Fadıl Encu (16), Vedat Encu (16), Cihan Encu (16), Erkan Encu (13).