Diyar Xerîb: Helwesta Kurdan ne helwesteke tam yekgirtî ye

Diyar Xerîb: Helwesta Kurdan ne helwesteke tam yekgirtî ye

Hevserokê Giştî yê PÇDKê Diyar Xerîb derbarê aloziya di navbera Hukûmeta Herêma Kurdistanê û hukûmeta Iraqê de diyar kir ku ev pirsgirêka li ser Kerkuk û herêmên din ên sînor de ji roja damezrandina Iraqê ve heye û bal kişand ku hêza Dîcle ya hukûmeta Iraqê aloziya heyi zêdetir kir. Xerîb derbarê helwesta Kurdan de got: “ Helwesta Kurdan ne helwesteke tam yekgirtî ye” û ji bo dahatuya Herêma Kurdistan û Iraqê hişyariyên girîng kir.

Piştî ku artêşa Iraqê ya di bin kontrola Serokwezîrê Iraqê yê Şiî Nûrî El Malikî de ber bi herêmên bi nakok ên di navbera Başûrê Kurdistanê û Iraqê de hate şandin, krîza di navbera her du aliyan de êdî gihişt pêvajoyeke nû. Heta niha çareseriyek ji aloziyê re nehatiye dîtin û alozî kûrtir dibe. Hevserokê Giştî yê Partiya Çareseriya Demokratîk (PÇDK) ev mijar ji ANFê re nirxand.

EV PIRSGIRÊK JI ROJA DAMEZRANDINA IRAQÊ VE HEYE

Diyar Xerîb destnîşan kir ku ji roja avakirina Iraqê ve ev pirsgirêka Kerkûk û herêmên din berdewam dike û got: “Weke tê zanîn ji berê ve, ji roja damezrandina Iraqê ve li ser Kerkûk û herêmên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de pirsgirêk hene. Di dema tevgera Îlonê de jî pirsgirêk bû. Sala 1974 şer di navbera tevgera Kurdan û Iraqê de çêbû ev yek pirsgirêk bû. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê hewl hate dayin. Lê çareser nebû.”

Xerîb diyar kir ku li gorî vê sala 2008 ji bo çareseriya pirsgirêkên van herêman ji bo parastinê lijneyek bi beşdariya Herêma Kurdistan, Iraq û DYAyê hat avakirin û wiha axivî: “Vê lijneyê heta sala 2011 qediya karê xwe kir. Lê piştî sala 2011 de hêzên DYA ji Iraqê derketin. Piştî vê lîjneya hevbeş karê wê qediya. Li gorî peymana 2008 a di navberaher sê aliyan de, pêwîst bû ku Hukûmeta Herêmê û ya Iraqê ji bo parastina van herêman li hev bihatiban û alternatîfek bidanîbûna. Lê mixabin demek dirêj derbas bû, ew lihevhatin di navbera Iraq û Herêmê de çênebû. Ji xwe berê pirstgirêkên van herêman hebûn û ev lihevnekirin jî bû pirsgirêkek din.”

HÊZA DÎCLE PIRSGIRÊKÊN HEYÎ ZÊDETIR KIR

Xerîb bal kişand ser polîtîka û nêzîkatiyên her du aliyan ên li hemberî çareseriya vê pirsgirêkê û got: “Nêzîkatiya hukûmeta Kurdan û hukûmeta Iraqê hinek ji hev cûda ne. Hukûmeta Herêm dixwaze pêşmerge parastina van herêman bike, hukûmeta Iraqê jî vê yekê qebûl nedikir û bi hinceta pirsgirêk li ser van herêman hene, dixwest herêm di bin kontrola wan de bin. Piştî ev 11 meh derbas bûn, diyalogên di navbera her du aliyan de qut bû û diyalogek cidî çênebû. Hukûmeta Iraqê biryar da ku heyetek taybet ji bo van herêman ava bike. Ji ber wê jî biryar da ku di bin navê parastina van herêman de “heyeta operasyonên Dîcle” ava bike. Ev yek rê li ber nakokiyê vekir û li pirsgirêkên heyî zêde kir.”

BIRYARA HUKÛMETA IRAQÊ ŞAŞ E

Hevserokê PÇDK’ê Diyar Xerîb ragihand ku wana di civîna xwe ya partiyê de ev pirgirêk bi berfirehî nirxandiye û got: “Me vê yekê di civîna xwe de nirxand û em di çend xalan de rexne kir. Yek ji vana ew bû ku ji bo parastina van herêman di navbera Herêma Kurdistan, Iraq û DYAyê de lihevkirinek hebû, pêwîst bû ku hukûmeta Hukûmeta Iraq bi tena serê xwe biryarek ji bo avakirina vê heyetê nede. Divê biryar ji aliyê her du aliyan ve bê dayin û peymanek hebe. Lewma ev biryara hukûmeta Iraqê biryareke şaş e.”

HÊZA DÎCLE HÊZEK AWERTE YE

Xerîb bal kişand ser avabûna vê hêza Dîcleyê û got: “Her wiha, ev heyeta hatiye avakirin, li gorî destûra Iraqê, mafê Iraqê heye ku hêzên wiha ava bike, lê belê divê ev yek ji aliyê Parlementoyê ve were erêkirin û divê serokê vê hêzê ji aliyê Parlementoyê ve were tayinkirin. Lê hukûmeta Iraq ev yek pêk neanî. Ev heyet di warê qanûnî û yasayi de kêm e. Li aliyeke din jî rayeke awerte ji bo vê heyetê hatiye dayin. Ji ber ku di aliyê siyasî, îdarî, aborî de desthilatiya eyaleta Kerkukê û Selehedînê dikeve destê vê heyetê. Me ev yek di civîna xwe de rexne kirin.”

HELWESTA KURDAN NE YEKGIRTÎ YE

Xerîb helwesta aliyê Kurdan jî nirxand û got: “ Helwesta Kurdan ne helwesteke tam yekgirtî ye. Aliyên Kurdan ev heyet red kirin. Lê gava mirov li agahiyên berfireh dinêre, di helwesta rêxistin û partiyên Kurdan de cûdabûn heye. Ev yek xalek lewaz bû. Ya din jî, xîtaba ragihandina Kurdî ne xîtabekî xurt bû. Divê ji bo pêşîlêgirtina vê hêza operasyonê bi gelên Ereb, Tirkmen û Sunî re tevbigerin û hêzekê ava bikin. Dibe ev biryar li dijî gelê Kurd tenê hatibe dayin, lê ev biryar bandorê li hemû qezencên gelê Iraqê dike. Ev alî zemînê didin Malikî.”

PEVÇÛN JI BO PROSESA DEMOKRASIYA IRAQÊ XETER E

Hevserokê PÇDKê diyar kir ku di navber a hêzên Iraq û hêzên Kurdî de pevçûnê çêbûne, pevçûnên di navbera her du aliyan de çêbibin ji bo prosesa demokrasiya Iraqê pir xeter e û wiha domand: “Ev ne tiştek tê xwestin e. Ji bo pêşîlêgirtina vê yekê di vê li van herêman tedbîr bêne girtin. Ev yek ji bo prosesa demokrasiya Iraqê pir xeter e û her wiha ev yek ji bo Herêma Kurdistanê jî xeter e. Ji ber vê jî divê hêzên azadîxwaz û demoratîk , Serokatiya Herêma Kurdistanê, Parlementoya Herêma Kurdistanê û hukûmeta Iraqê berpirsyartiyên xwe bi cih bînin û hewl bidin ku ji bo çarseriyê li ser maseyê rûnin û vê pirsgirêkê bi hev re çare ser bikin. Divê li ser vî esasî îradeya gelê Kurd, gelê Iraq esasbê girtin.”

Xerîb herî dawî ev hişyarî kir: “Ger ev yek neyê kirin, îhtîmal heye ku şerên dijwar ê navxweyî, şerê qewmî, şerên herêmê û Iraqê çêbibin. Ev yek jî dê bibe sedema parçebûna Iraqê û îhtîmal heye ku ev yek rê li ber kuştina bi hezaran kesî vebike. Li hemberî vê yekê berpirsyatiyeke mezin dikeve ser milê partî û rêxistinên Kurd û Iraqê.”