'Divê li Rojhilata Navîn nîşangeha aborîyê bê diyarkirin'
'Divê li Rojhilata Navîn nîşangeha aborîyê bê diyarkirin'
'Divê li Rojhilata Navîn nîşangeha aborîyê bê diyarkirin'
Rêxistinên karsaz û karmendên Amedê beriya hilbijartina Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê resepsiyonek pêk anîn. Parlamenterên BDP'ê û rêveberen BDP'ê jî tev li resepsiyonêbûn û diyar kirin ku, ew li cem Hewildana Karsazan a Demokratîk ku bi Lîsteya Şîn dikeve hilbijartinê cih digirin. Parlamenterê BDP'ê Altan Tan diyar kir ku, ew dê ji nû ve rêgeha aboriyê ya Rojhilata Navîn diyar bikin.
Hewildana Karsazên Demokratîk ku di hilbijartina Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê ya 1'ê Hezîranê de bi Lîsteya Şîn (Mavi Liste) têkeve hilbijartinê li salona Sumerparkê resepsiyonek da. Di resepsiyonê de Parlamenterên BDP'ê yên Amedê Altan Tan û Nursel Aydogan, nûnerên KURDİ-DER, MEYA-DER, şaredar, rêveberên DTSO'yê, nûnerên GUNSÎAD, DÎSÎAD, DÎGÎAD, MÎSÎAD, Saziyên Hewldana Jinê, Lijneya Hewildana Ciwan û gelek kesên di namade bûn.
Li salonê pankarta "Bi rizgariya Demokratîk, em dê aboriya Jiyana azad ava bikin" vekirin. Axaftina destpêkê endamê Meclisa Daimî ya KCD'ê Mefair Altindag kir û wiha got: "Hilbijartina Odeya Bazirganiyê dê di 1'ê Hezîranê de pêk bê. Di hilbijartinê de Hewldana Karsazên Demokratîk dê bi Lîsteya Şîn têkeve hilbijartinê.
Parlamenterê BDP'ê yê Amedê Altan Tan jî karsazên Tirkiyeyê rexne kir û wiha got: "Ez ne wekî siyasetmedar, wekî karsazekî dixwazim bi axivim. Bi salan e ez li herêmê bi bazirganiye mijolim. Amed ne tenê navenda bazirganiyê di heman demê de navenda çand û hunerê ye. Amed her tim bûye navenda bazirganiyê ya Kurdistanê. Ji bo pêvajoya nû divê nexşerê û rêgeha aboriyê bê amadekirin. Ev hilbijartin divê rê li pêş pêşketin û rêgehek nû ya Rojhilata Navîn veke."
Tan anî ziman ku ew li pişt Lîsteya Şîn cih digirin û serkeftin ji wan re xwest.