'Divê her kes dest ji karê xwe berde û bê Strasbourgê'

Ji organîzatorên meşa dirêj a ji Frankfurtê heta Strasbourgê Mordem Botan bang li ciwanên Kurd ên li Ewroayê dijîn kir, ku beşdarî meş û mîtînga sibehê ya li Strasbourgê bibin.

Ji organîzatorên meşa dirêj a ji Frankfurtê heta Strasbourgê Mordem Botan bang li ciwanên Kurd ên li Ewroayê dijîn kir, ku beşdarî meş û mîtînga sibehê ya li Strasbourgê bibin.

Çalakvanên Meşa Dirêj ên ji Frankfurt, Luksemburg û Bernê heta Strasbourgê meşiyan, wê bi mîlyonan îmzeyên ji bo azadiya Ocalan hatine komkirin, radestî Konseya Ewropayê bikin.

Ji organîzatorên meşa dirêj a ji Frankfurtê heta Strasbourgê Berdevkê Ciwanên Azad Mordem Botan armanca Meşa Dirêj û rola ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn ji ANF'ê re nirxand.

'ÇALAKIYA ARÎN MÎRXAN BANGA LI CIWANAN E'

Armanca meşa we ya ji Frankfurtê heta Strasbourgê çi bû?

Di di sala 16. a komploya li dijî Rêberê me hatiye kirin de ne. Her wiha berxwedana Kobanê û Şengalê hene. Meşên di vê rewşê de hatin lidarxistin, gelekî watedar in. Ev hemû nîşanî me didin ku komploya li hemberî Rêber Apo pûç bûye. Mînaka herî şênber a vê yekê jî, nêrîna raya giştî ya navneteweyî li Kurdan û tevlîbûna bi hezaran ciwanên Kurd li refên têkoşînê ye. Meşa me jî peyamek li komplokeran bû. Li aliyê din ji bo silavkirina berxwedana Kobanê û Şengalê bû. Wateya meşê ev e.

Di 11 rojên meşê de, raya giştî eleqeyeke çawa nîşan da?

Ji bilî Kurdan û ciwanan, bi taybetî raya giştî ya Elman û Fransayê eleqeyeke cidî nîşan dan. Li her cihê em jê derbas bûn bi çepikan û sempatiyeke mezin em pêşwazî kirin. Bi taybetî çapemeniyê eleqeyeke mezin nîşan da. Xwedîderketinek hebû. Ev yek jî bandora serketina Kobanê nîşanî me dide.

Di serketina Kobanê de rola ciwanan çi bû?

Di şexsê Kobanê de yên îro li çar aliyên Kurdistanê şer dikin, li ber xwe didin ciwanên Kurd in. Çalakiya Arîn Mîrxan a ji bo neketina Girê Miştenûrê, xeta milîtaniyê bi xwe ye. Çalakiyeke şoreşgerî ye. Nîşaneya ciwanên Kurd e Arîn Mîrxan. Ev yek di heman demê de bangek li tevahiya ciwanên Kurdistanê ye. Ji bo ciwanên Kurd fermana tevlîbûna û xwedîderketina li têkoşînê ye. Bang û vegotina 'Em ê ti carî xaka xwe, welatê xwe radestî hêzên serdest nekin' e.

'KAMPANYA KAPÎTALÎMZÊ NEJÎ Û NEDE JIYÎN'

Gelo ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn, bi têrkerî bersiv dane vê bangê?

Ciwanên Azad li Ewropayê di nava çalakiyên cidî de ne. Bi taybetî di berxwedana Kobanê de, hema bêje li her bajarî ji çalakiyan re pêşengî kir. Wekî din ji Ewropayê gelek ciwanên Kurd çûn Kobanê, di nava têkoşînê de cih girtin. Lê belê em çiqasî têbikoş in jî, em xwe hêjayî Arîn Mîrxan nabînin. Jİ ber ku yek ji afirînerê dîmenê Girê Miştenûrê yê li cîhanê bûye sembol e. Ji bo mirov hêjayî wan bin, fedekarî û berdêlekî mezin divê. Em jî ji bo hêja û dilsozî wan bin, têdikoşin.

Di dema pêş de Ciwanên Azad wê li Ewropayê rêbazeke bi çi rengî ya têkoşînê esas bigire?

Di çarçoveya paradîgmaya demokratîk û azadîparêz de em ê jî têkoşîna xwe bilind bikin. Jİ bo vê em ê giraniyê bidin xebatên semîner, perwerde û çandê. Ancax bi vî rengî em ê karibin têkoşîna xwe bikin yek. Naxwe wê ciwanên me li ber çerxa kapîtalîzma hov biçin û bi tinebûnê re rû bi rû bimînin. Niha li Ewropayê narkotî, jiyana dejenerebûyî, çanda ji hev hatiye xistin, di asta herî bilind de ye. Li hemberî vê em ê hemû derfetên xwe seferber bikin.

Niha me bi dirûşma "Kapîtalîzmê nejî û nede jiyîn" kampanyayek dan destpêkrin. Ev kampanya li dijî fûhûş, narkotîk û karên çetetiyê ye, ku di dema dawî de li Elmanyayê li hemberî gelê Kurd tê meşandin. Her wiha li dijî zîhniyetê bikaranîna jinên ciwan ji aliyê kapîtalîzmê ve, em têdikoşin.

BANGA LI MÎTÎNGÊ

Li Strabourgê wê sibê mîtînga "Ji Ocalan re Azadî-Ji Kurdistanê re Azadî" were lidarxistin. Banga we li ciwanên Kurd ên li Ewropayê çi ye?

Me ciwanên Kurd dest bi pêngaveke nû kirin. Serketina Kobanê dikare bibe serketina Kurdistanê. Ya herî girîng jî serketina Rêber Apo. Ji bo vê jî divê tevahiya ciwanên Kurd bi awayekî çalak tevlî têkoşînê bibin. Sibehê divê her kes dest ji karê xwe berde û li Strasbourgê beşdarî mîtîngê bibe.