'Divê ciwanên Êzidî tevlî refên YBŞ û YPJ-Şengal bibin'

Endamên Meclîsa YBŞ'ê Şengalî û Rodîn diyar kirin ku wan ji bo civata Êzidî biryarên girîng stendine. Endamên Meclîsê gotin ku ji ber bêrêxistinbûyînê li ser Êzidiyan ferman rabûne û banga tevlîbûna li nava YPG YPJ-Şengal kirin.

Endamên Meclîsa YBŞ'ê Şengalî û Rodîn diyar kirin ku wan ji bo civata Êzidî biryarên girîng stendine. Endamên Meclîsê gotin ku ji ber bêrêxistinbûyînê li ser Êzidiyan ferman rabûne û banga tevlîbûna li nava YPG YPJ-Şengal kirin.

Endamên Meclîsa YBŞ'ê Argeş Şengalî û Viyan Rodîn, der barê 1. Konferansa xwe ya di navbera 16-18'ê Adarê de ji ANF'ê re axivîn.

'GELEKÎ RÊXISTINBÛYÎ DIKARE LI HEMBERÎ KOMKUJIYÊ RAWEST E'

ARGEŞ ŞENGALÎ: "Fermana hatiye serê civata Êzidiyan li cîhanê nehatiye serê ti gelî. Tevî vê yekê jî civata Êzidî timî li ber xwe daye. Fermana 73'an di 3'ê Tebaxê de bi serê Êzidiyan de hatiye. Yek ji sedemên herî girîng ê vê yekê, bêrêxistinbûyîna civata Êzidî ye. Xwe neparastin, bêrêxistinbûyîn û xwe spartina hêzên din e. Fermana 3'ê Tebaxê rê li ber gelek êşan vekir, lê belê ji komkujiyên din cudatir bû; ev cudahî jî avabûna hêza YBŞ'ê ya bi lez û bez bû. YBŞ tevgera rawestandina komkujiyê bû. Xwe gihand vê armanca xwe. Ciwanên Êzidî çi jin çi mêr, bê şik û guman tevlî vê tevgerê bûn. Konferansa me di demeke girîng de pêk hat. Ev rêxistinbûyîna piştî komkujiyê hat avakirin, pratîk û destketiyeke girîng afirand. Konferansa me jî di demeke bi vî rengî de pêk hat.

Konferansa me sê rojan dewam kir, nîqaşên girîng hatin meşandin. Sedemên komkujiyê hatin lêkolînkirin, lêpirsîn. Pêdiviyên sereke yên civata Êzidî hatin nirxandin.

Me di nava vê berxwedanê de konferansa xwe ya yekemîn lidar xist. Di konferansê de me gelek biryar stend. Bi beşdairya 71 delegeyî pêk hat û sê rojan dewam kir. Konferansa me ji pirsa 'em çawa dikarin li hemberî komkujiyan rawestin' re bû bersiv. Ji bo careke din civata me li komkujiyên bi vî rengî rast nayê, ev konferans hat lidarxistin. Ji ber vê yekê di konferansê de gelek biryarên girîng hatin girtin û girîngiya rêxistinbûyînê hat destnîşankirin. Tespîta 'Gelek rêxistinbûyî be hingî dikare li hemberî komkujiyan raweste' hat kirin. Di dîroka Êzidiyan de yekemcar ji bo civat û ciwanên Êzidiyan konferanseke bi vî rengî pêk tê. Bi rastî jî ev konferans ji bo me yanî ji bo YBŞ û YPJ-Şengal dîrokî bû. Li gel vê yekê, ji bo azadkirina gelê me û mirovên me yên di destê çeteyan de dîl girtî ne, ji bo rêxistinbûyîna gelê me ya bi hev re, gaveke pîroz bû. Konferansa me ji xwe di çarçoveya bawermendî û dîroka Êzidiyatiyê de hat lidarxistin.

Em weke YBŞ, YPJ-Şengal yanî weke şervanên Êzidîxana pîroz, divê li konferansa xwe û Şengalê xwedî derkevin. Biryara sereke ya konferansa me biryara azadkirina Şengalê ye. Ji ber ku azadkirina Şengalê ji bo me pîroz e. Yanî biryara destpêkê ev e; bi rêxistinbûyîna xwe re azadkirina Şengalê.

'PARÇEBÛYÎN DEWAM BIKE ŞENGAL AZAD NABE'

Azadbûna Şengalê hem ji bo mirovahiyê hem jî ji bo gelê me di asta yekemîn de pêngaveke girîng e. Bi taybetî divê jin û keçên me yên ciwan ên di destê DAIŞ'ê de werin rizgarkirin. Şengal were rizgarkirin. Ji bo vê jî girîng e ciwanên Êzidî tevlî refên YBŞ û YPJ-Şengalê bibin. Ji ber ku ev dem yekîtiyê li ser Êzidiyan ferz dike. Parçebûnê qebûl nake. Eger ev parçebûn dewam bike, azadkirina Şengalê wê zehmet be. Lewma divê civata me ya Êzidî di nava tifaq û yekîtiyê de be. Ji bo vê jî girîng e tevlî refên YBŞ û YPJ-Şengal yanî parastina Êzidîxana Pîroz bibe. Berpirsyariya vê yekê, di serî de Êzidiyên li Şengalê, dikeve ser milê hemû Êzidiyên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat. Li gel vê yekê em bang li gelê Kurd û hemû gelên cîhanê dikin: Werin em bi hev re Şengalê azad bikin û Êzidîxana Pîroz biparêzin.

Weke YBŞ'ê em soz didin ku heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê di nava berxwedana Şengalê de cih bigirin, Şengalê azad bikini û 5 hezar keçên Êzidî yên di destê DAIŞ'ê de ne, azad bikin. Mezinkirina YBŞ'ê azadkirina Şengalê ye."

'REWŞA ME YA BERIYA KOMKUJIYÊ DIVÊ WERE LÊPIRSÎN'

VIYAN RODÎN: "Fermaneke gelekî mezin hat serê civata Êzidî. Li dû vê komkujiyê hem ciwanên Êzidî hem jî gerîlayên YPG, HPG'ê ji bo rawestandina komkujiyê bi hawara Şengalê ve hatin. Rewşa civata me ya Êzidî ya beriya komkujiyê, pêwîstî bi lêpirsîneke girîng heye. Di wê demê de gelê me dabû dû madiyatê. Dabûn pey PDK'ê. Dema ev yek jî dikir xwe ji bîr dikir, rewşa bêrêxistinbûyî ya wan di asteke bilind de bû. Ji ber van hemûyan, komkujiya nêz bûbû, nedîtibû. Ji ber vê yekê niha keçên Êzidî di destê DAIŞ'ê de ne. Ew jî piştî vê komkujiyê dîl ketin destê DAIŞ'ê. Sedema herî girîng a dîlketina wan, bêrêxistiniya civata Êzidî bû.

Niha li her çar parçeyên Kurdistanê civata me heye. Hemû piştî komkujiyê koçî parçeyên din kirin. Li gel vê yekê, bi komkujiyê re gelek ji Êzidiyên berê xwe dan Çiyayê Şengalê ji tîna û birçîna jiyana xwe ji dest dan. Gelek ji cenazeyên wan li çiyê man. Dema komkujiya Şengalê rû da, li gundan em li cenazeyên mirovên xwe yên ji aliyê çeteyan ve hatin qetilkirin, rast hatin. Rola herî girîng a rûdana vê komkujiyê, reva PDK'ê û tenê hiştina gelê me û Şengalê bû. Yanî PDK'yiyan gelê me firotin van çeteyan. Ji ber vê helwesta PDK'ê gelê me nekarî xwe biparêze. Li gel vê yekê gelê me jî di encama polîtîkayeke asîmîlasyonê de heliya bû.

'GELÊ ME YÊ KOÇ KIRIYE DIVÊ LI XAKA XWE VEGERE'

DAIŞ rêxistineke dijminê mirovahiyê ye. Niha zêdeyî nîvê Şengalê di destê çeteyên DAIŞ'ê de ye. Beşek ji di destê hevalên me de ye. Û 87 roj in hevalên me li navenda bajarê Şengalê berxwedaneke mezin nîşan didin. Bi vê berxwedanê re derbên giran li çeteyan tê xistin û tola komkujiyê tê hilanîn. Bi vê fermana dawî de ev bû 73 ferman in tê serê civata me. Ev komkujiya dawî ji komkujiyên beriya niha mezintir û cudatir e. Ewçend mezin bû ku di nva me Êzidiyan de nêrîna ku Êzidî wê tine bibin, xwe da der. Ji ber ku di nava 24 saetan de navend û bajarên Şengalê hatin dagirkirin. Bi tenê nikarîbûn Çiyayê Şengalê dagir bikin. Û bi vekirina korîdorê ji aliyê gerîlayên HPG-YJA STAR û YPG-YPJ'ê re, bi xwegihandina wan a li Çiyayê Şengalê re bi deh hezaran mirov ji civata me, ber bi herêmên ewle ve hatin veguhastin. Zêdeyî deh hezar mirov jî li Çiyayê Şengalê ma û tevlî berxwedanê bû. Ji bo berxwedan were mezinkirin û Şengal bê azadkirin, divê gelê me yê koç kiriye li xaka xwe vegere û di nava berxwedaneke mezin de cih bigire. Ewqas heval şehîd ketin. Gelek jê ji Rojhilat, Bakur û Rojavayê Kurdistanê hatin di ber vê xakê de têkoşiyan û li vê xakê şehîd ketin. Eger mirov hebin ji xwe re dibêje ez Êzidî me, dixwaze vê baweriyê li ser xaka xwe bijîn, wê demê wê werin û şer bikin.

Ev konferansa me ya di dîroka Êzidiyan û li Êzidîxana Pîroz hat lidarxistin, gelekî girîng bû. Konfernsa me di 16'ê Adarê di salvegera Komkujiya Helepçeyê de pêk hat. Yanî li Helepçeyê jî mîna li Şengalê komkujiyek li Kurdan hat kirin. Piştî 27 salên di ser vê komkujiyê re derbas bû, di salvegereke komkujiyê de konferansa me ji hemû komkujiyan re bûye bersiv.

'WEKE JIN YEKEMCAR ME BIRYAR GIRTIN'

Biryarên YBŞ û YPJ-Şengalê di vê konferansê de wergirtin, ji bo pêşeroja civata Êzidiyan bû. Di vê konferansê de hevalên me yên jin cihê xwe girtin. Jinan yekemcar der heqê xwe û civata xwe de biryar stendin. Ji ber vê yekê ev konferans ji bo me jinan xwedî girîngiyeke mezin e. Hejmara beşdarên konferansê jî girîng û bi qîmet bû. Ez bawerim ku wê bi vê konferansê re beşdariya li nava refên YBŞ û YPJ-Şengalê zêde bibe. Ji ber ku ev konferansa me li ser xwîna hevalên me yên şehîd ketine pêk hat. Ji ber vê yekê girîng e, pîroz e û watedar e. Ji ber mijarên hatin nîqaşkirin û biryarên hatin stendin, dilsoziyeke mezin bi konferansa me re derket holê. Konferansa me wê ji niha û pê ve rola xwe bilîze. Der heqê civata me û Şengalê de biryarên girîng stendiye. Ji bo bicihanîna van biryaran me soz dan û eger em di oxira wê de canê xwe jî bidin, em ê şer bikin. Me soza xwe dubare kir ku em ê meşa xwe ya di rêya şehîdan de dewam bikin. Li gel vê yekê bi konferansê re me berpirsyariya azadiya dîroka Êzidiyan û Şengalê dan ser milê xwe. Em ê êdî dîroka xwe bi xwe binivîsînin. Ji bo vê em ê têbikoşin.

Em bang li her kesên êşa Êzidiyan dijîn û xwedî wijdan dikin ku tevlî refên YBŞ û YPJ-Şengalê bibin û di nava berxwedana Şengalê de cih bigirin. Ji bo vê jî girîng e ciwanên Êzidî tevlî refên YBŞ û YPJ-Şengalê bibin. Û ez bang li ciwanên Êzidî dikim ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên dijminê mirovahiyê, têbikoşin."