DÎSK: Em ê an li şer bimeyzînin, an jî bibin alîgirê aşitiyê
DÎSK: Em ê an li şer bimeyzînin, an jî bibin alîgirê aşitiyê
DÎSK: Em ê an li şer bimeyzînin, an jî bibin alîgirê aşitiyê
Kanî Beko ku di Lijneya Giştî ya Awerte ya DÎSK’ê de bû serokê giştî, diyar kir ku ew ê li hemberî “dengê aşitiyê yê di Newrozê” de bê deng nemînin û got: “Divê em an bibin alîgirên şer an jî alîgirên aşitiyê.” Beko got: “Bi salan Kurdan û sosyalîstan ji bo pêkhatina aşitiyê tevkarî kirin, ji bo ev pêvajo bikeve pratîkê em ê dîsa tevkariyê bikin.” Beko da zanîn ku di vê pêvajoyê de DÎSK dê bibe alîgirê aşitiyê.
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ku ev demeke bi lijneya xwe ya giştî re mijûl e, nekarî bi awayeke yekser tevlî pêvajoya aşitiyê bibe. DÎSK’ê 6’ê nîsanê rêveberiya xwe ya nû hilbijart û Kanî Beko bû serokê giştî. Beko beriya niha sekreterê giştî yê Gnele-Îşê bû. Serokê Giştî yê DÎSK’ê Beko nêzîkatiya DÎSK’ê ya li hemberî pêvajoya çareseriyê ji ANF’ê re ragihand.
'DIVÊ EM GUH BIDIN DENGÊ DI NEWROZÊ DE'
Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko bal kişand ku zêdetirê 30 salan e ev şer heye û di encamê de nêzî 50 hezar kes jiyana xwe ji dest dan û got: “Mirovên ji her du aliyan jî mirovên vê axê ne. Em dibînin êdî li her derê welêt êdî ne banga şer dikin, banga aşitiy êdikin. Me mînaka vê ya dawiyê di Newroza li Amedê de dît. Zêdetirê milyonek mirov li hev civiyan û nîşan dan ku ew aşitî û biratiyê dxiwazin. Niha tenê tiştek heye divê bê kirin: Divê em guh bidin dengê Newrozê. ''
Beko destnîşan kir ku divê pêvajoya çareseriyê di nava xebatên meclîs û makeqanûnê de jî bixuyê û got: ''Makeqanûneke wekhev, azadîxwaz û demokratîk divê partiyên ku komên wan li Meclîsê hene li hev bicivin û bi hev re amade bikin. ''
Beko diyar kir “Divê em an bibin alîgirên şer an jî alîgirên aşitiyê.” Beko got: “Bi salan Kurdan û sosyalîstan ji bo pêkhatina aşitiyê tevkarî kirin, ji bo ev pêvajo bikeve pratîkê em ê dîsa tevkariyê bikin.”
'DIVÊ AKP BAWERIYÊ BIDE, HEBÛNA BDP'Ê ŞANS E'
Beko xwest ku AKP polîtîkaya xwe ya ji bo pêvajoya aşitiyê diyartir bike û destnîşan kir ku divê bi vê yekê baweriyê bide muxalefeta civakî, rêxistinên girseya demokratîk û partiyên çepgir jî. Beko got: “Divê pêvajoyê de hebûna BDP’ê li Meclîsê, hêza şanseke mezin e.”
1’Ê GULANÊ KURD DÊ BÊNE SILAVKIRIN
Serokê Giştî yê DÎSK’ê Beko da zanîn ku ew dixwazin di 1’ê Gulanê roja Piştevaniya Têkoşîna Yekgirtî ya Karkeran bersivê bidin dengê aşitiyê ku di Newrozê de bilind bû got: “Li pêşiya me 1’ê Gulanê heye. Di Newrozê de zêdetirê milyonek mirov Newrozê pîroz kirin û peyama aşitiyê dan. Ji bo 1’ê Gulanê jî peyama me ya sereke dê ev be. Bêyi ku em daxwazên xwe yên aborî, civakî û demokratîk bidin aliyekê, em ê vê peyamê bidin pêş.”