Dîplomasiya Kurd di asta 'eger tu min qebûl bike, ez ê jî te qebûl bikim' de ye

Ûzûn diyar kir, gelê Kurd di encama têkoşîneke demdirêj de li Rojhilata Navîn bûye xwedî cihekî û got, "Di encama vê yekê de jî Kurd îro li qada navneteweyî ji aliyê dîplomatîk ve xwedî pîvanên red û qebûlkirinê ne."

Ûzûn diyar kir, gelê Kurd di encama têkoşîneke demdirêj de li Rojhilata Navîn bûye xwedî cihekî û got, "Di encama vê yekê de jî Kurd îro li qada navneteweyî ji aliyê dîplomatîk ve xwedî pîvanên red û qebûlkirinê ne."

Endamê Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Adem Ûzûn di axaftina xwe ya ji bo ANF'ê de ragihand, Kurd li Rojhilata Navîn gelê herî dînamîk e û got, "Kurd îro li herêmê bûne xwedî cihekî cidî. Kurdên ku beriya niha bi 100 salî bi peymana Sykes-Pîcot re parçe bûn, bi dayîna berdêlên giran re hem li Rojhilata Navîn hem jî li qada navneteweyî bûn xwedî cihekî. Ev yek di encama têkoşîneke mezin de bi dest xistin."

'EM DI ÇARÇOVEYA XETA XWE DE KARÊ DÎPLOMASIYÊ DIMEŞÎNIN'

Ûzûn bal kişand ser dîplomasiya Kurd û got, "Dîplomasiya Kurd jî îro li ser van destketiyên têkoşîna Kurd bilind dibe. Di vir de rola xwe mezin e. Dîplomasiya Kurd berê li ser mexdûriyetê dihat meşandin. Di ser argumanên mîna; şewitandina gundan, dayîna mafan, kuştina miriovan, mexdûriyeta Kurdan dihat vegotin. Li ser teşhîrê bû. Têkilî jî di vê astê de bû. Lê di rewşa heyî de têkoşîn û dîplomasiya Kurdan gihaştiye qonaxeke cuda. Berê dîplomasiya 'qebûlkirina hebûna Kurdan' dihat meşandin. Yanî mexdûriyet."

Ûzûn da xuyakirin, ku ev jî di nav de niha dîplomasiya Kurdan gihaştiye qonaxeke nû û axaftina xwe wiha dewam kir: "Kurd niha di asta bidestxistina azadiya xwe de ne. Di rewşa heyî de ji aliyê konjokturî ve di asteke diyarker de ye. Di asta bidestxistina azadî û statuyê de ye. Dîplomasiya Kurdan jî niha derbasî asta pozîtîf bûye. Bi proje û plan re têkilî tê danîn. Tê wateya afirandina têkiliyên stratejîk. Du paradîgmayên bingehîn ên dîplomasiya dema nû hene.

DU PARADÎGMAYÊN BINGEHÎN ÊN DÎPLOMASIYA DEMA NÛ

Ya yekemîn; têkiliya bi dewletan û saziyên fermî yên navneteweyî re. Ya duyemîn; têkiliya bi rêxistinên civakî yên sivîl, raya giştî û hemû hêzên li derveyî sîstemê man e, ku ev yek ji sedî 99 ê civakê ye. Niha bi herduyan tê meşandin. Dîplomasiya bi rêxistinên civakî yên sivîl ên ji sedî 99 ê civakê ye tê meşandin, gelekî serketî ye. Kurdan di vî warî de xwe dane qebûlkirin. Dîplomasiya bi dewletan û saziyên navneteweyî re jî bi giranî di asta taktîkê de tê meşandin."

ASTA 'TU MIN QEBÛL BIKE, EZ Ê JÎ TE QEBÛL BIKIM'

Adem Ûzûn diyar kir, dîplomasiya Kurd li pêşberî hêza li hemberî xwe gihaştiye qonaxa 'eger tu min qebûl bike, ez ê jî te qebûl bikim' û got, "Polîtîkayên me angajeyî berjewendiyên dewletên herêmê û modernîteya kapîtalîst a navneteweyî nîne. Berevajî, em di çarçoveya xeta xwe de dîplomasiyê dimeşînin."

'EM XWECIHIYÊ GIRÎNG DIBÎNIN'

Endamê Konseya Rêveber a KNK'ê Ûzûn anî ziman, ku li gelek welatên cîhanê komîteyên wan ên karê dîplomasiyê dimeşînin hene û ev nirxandin kir: "Ev komîte û rêxistinbûyîn, wehşet û komkujiyên li Kurdistanê tên kirin, bi raya giştî ya welatên lê dijîn re parve dikin. Di vê demê de Kurd hemû hewl didin komkujiyên dewleta Tirk li Sûr, Cizîr, Silopiya û gelemperiya Bakurê Kurdistanê kiriye, teşhîr bikin. Her wiha divê her Kurdek vê wehşetê ji cîranê xwe, ji nûnerên partiyên li bajarê lê dijîn, ji saziyê civakî yên sivîl re vebêjin. Rojnameyên xwecihî, şaredarî divê her kes werin agahdarkirin. Divê ev yek bibe wezîfeya her Kurdekî li derveyî welat dijî. Kurdên li welatên cuda dijîn, divê lobî bikin, bandorê li parlamentan bikin, rê li ber şandina heyetan ji bo Kurdistanê vekin.

Mînak di vê demê de li Parlamenta Ewroapyê gelek pêşnûme biryar derketin. Bi rojevên taybet re civîn hatin lidarxistin. Lê ev têrê nake. Divê hîn bêhtir bin. Di vê demê de ji Kurdan re sempatiyeke cidî heye. Divê ev yek veguhere avantajê. Erdogan niha teşhîr bûye, polîtîkayên wî îflas kirine. Li ti cihî nayê qebûlkirin. Dibe ku ji ber berjewendiyên aborî û siyasî deng dernaxînin, lê eger em bi giranî ji xwecihiyê zextê bikin, dibe ku em karibin polîtîkayên dewletan xera bikin."

'SERKETINA DÎPLOMASIYA KURD BI DÎPLOMASIYA GEL RE PÊKAN E'

Ûzûn da xuyakirin, ku serketina dîplomasiya Kurd, bi dîplomasiya gel re pêkan e û got, "Ji bo Kurd bibin xwedî statu wê têkiliyeke hîn berfireh û taktîkê were meşandin. Wekî din, bêyî ku ji derdorê hêvî bike wê li ser bingeha berjewendiyên xwe têkiliyan bafirîne û ji bo destketiyên xwe yên têkoşînê li hîn bêhtir destekê bigere. Di nava tevgera demokrasiyê ya gerdûnî de wê di çarçoveya paradîgmaya xwe de bêhtir bixebite. Ji bo karibe vê bike jî, di serî de ciwanên Kurd wê hewl bide xwe bigihîne derdoreke berfireh û xwe mezin bike. Hêzeke rêxistinbûyî dikare mora xwe deyne binê serketinan."