Dîmenên bombebarana li dijî Serêkaniyê…

Dîmenên bombebarana li dijî Serêkaniyê…

Balefirên şer ên rejima Sûriyeyê li Serêkaniyê cihên ku komên çekdar lê ne bombebaran kirin. Li gorî agahiyên destpêkê, di bombebarana ku ji komên çekdar kuştî çêbûn de 4 sivîlan jî jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, balefirên rejimê derdora di demjimêr 10.15’an de Dewara Elev a girêdayî Taxa Mehetê ku komên çekdar lê ne, bombebaran kirin. Li gorî agahiyên destpêkê kuştiyên di encama bombebarana ku 2 caran pêk hat de, kuştiyên komên çekdar çêbûne. Her wiha 4 sivîlan jî jiyana xwe ji dest dane.

Dîmenên piştî bombebaranê gihiştin ANFê, nîşan dide ku gelek xanî hilweşiyane, wesayit şewitîne û rûxandina li bajêr nîşan dide.

Li aliyeke din li gorî nûçeyek a DÎHAyê balafirên şer ên rejîma Baasê ya Sûriyeyê di navbera 5 deqîqayan de 2 caran naçeya Serêkaniyê da ber bombeyan. Hate zanîn ku pişti bombebaranê cihê ku bomle lê hatin barandin dixan rabûn. 11 kes jî birîndar bûn. Li Serêkaniyê ya Rihayê jî li cihê ku dixan jê rabû hate dîtin. Pişti bombebaranê perçeyên şerepnalan firiyan taxên Mehmet Akif Ersoy û Cumhuriyetê yên Serêkaniya Rihayê.

11 kesên di bûyerê de birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniya Rihayê. 3 birîndarên ku rewşa wan giran jî rakirin Rihayê. Di bombekirinê de camên dibistana Ceylanê ya li nêzî sînor hatin şikandin. Dîsa 5 xwendekarên Dibistana Seretayî ya Başakê ya li taxa Cumhuriyetê ji ser hişê xwe çûn û rakirin nexweşxaneyê.

Komên çete, di 8'ê mijdarê de ji aliyê Tirkiyeyê ve ketibûn bajêr. Piştî ev komên çete ketin bajêr ku tê gotin ji Tirkiyeyê piştgiriyê digirin, hêzên rejîmê jî herêm bombebaran kiribû.Di encama van êrîşên li Serêkaniyê de herî kêm 10 sivîl jiyana xwe ji dest dan, 70 birînda rbûn, nêzî 50 xanî hilweşiyan û zêdetirê 11 hezar kes koçber bûn.

Hêjayê gotinê ye ku Rojavayê Kurdistanê ji roja bûyerên li Sûriyeyê dest pê kirin adara 2011 ve cihê herî aram ê Sûriyeyê bû.