Dîlok, piştî Reqayê navenda duyem a DAÎŞ’ê ye

Parlamenterê HDP’ê Togrûl diyar kir ku çeteyên DAÎŞ’ê piştî Reqayê wek navenda duyemîn Dîlokê bi kar tînin, bal kişand ku endamên çeteyan ên li Tirkiyeyê qetlîam kirine jî ji bo naxivin tên kuştin.

Rejîma AKP/Qesrê di çarçoveya polîtîkayên dijminahiya Kurdan de destekê dide çeteyên DAÎŞ’ê ku çete bi awayekî eşkere tînin ziman ku piştî Reqayê wek navenda dueymîn Dîlokê bi kar tînin. Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl têkîldarî têkîliyên AKP/Qesrê û çeteyên DAÎŞ’ê, rêxistinbûyina çeteyan a li Dîlokê ji ANF’ê re axivî.

‘LI DÎLOKÊ ÇETEYÊN DAÎŞ’Ê Û RAYEDARÊN DEWLETÊ HEVKARIYÊ DIKIN’

Togrûl destnîşan kir ku li Dîlokê her kes bi fikar e û ditirse, anî ziman ku jiyana civakî hema hema bi dawî bûye. Togrûl ragihand ku jiyana civakî bandora neyênî li aboriyê jî dike û dema mirov li kolanan digere dibêje hema wê tiştek were seran û destnîşan kir ku tevî vê jî li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên li Dîlokê ti tevdîr nayên girtin. Togrûl bi lêv kir ku hê rejîma AKP/Qesrê ji DAÎŞ’ê hêvîdar in û ji bo demên pêş jî pênaseyên “koma bi fêde” pênase dikin û got; “Gelek nîşane hene ku li Dîlokê çeteyên DAÎŞ’ê bi amirên mulkî û îdarî re di nav pêwendiyan de ne. Ev rastiyeke ku di raporên îstîxbaratê de cih digirin.Dema baş li girtekan tê nêrîn, tê dîtin ku organîzeya qetlîama Enqereyê li Dîlokê hatiye kirin û îfade hene ku bi awayekî eşkere îstîxbarat û emniyet bi DAÎŞ’ê re xeibtîne. Mixabin ti kesî ev îfade zêde lêkolîn nekirin û nekirin rojev. Hewldana me jî ji ber zexta giran a li ser medyayê zêde nayê dîtin.”

‘DAÎŞ’IYÊN KU QETLÎAM KIRIN JI BO NAXIVIN HATIN KUŞTIN’

Togrûl bi bîr xist ku çeteyên DAÎŞ’ê dibêjin “Ji bo Reqa çi be Dîlok jî ew e” û wiha dewam kir; “Bi rastî jî em di îfadeyan de dibînin ku beşek cîdî ya organîzeya Qetlîama Enqereyê li Dîlokê hatiye kirin. Me berê jî gotibû. Têkîldarî 3 navên DAÎŞ’ê Yûsûf Dûrmaz, Îbrahîm Halîl Dûrgûn ên plana qetlîama Enqereyê çêkirine, ku bi operasyonan ji holê hatin rakirin, dibe ku ji bo pêşîgirtina agahiyên girîng bigihêje raya giştî be. Qetlîama Enqereyê salek li pey xwe hişt. Ji wê rojê ve ev 3 kesan çendan caran hatin girtin û berdan û piştre jî her 3 bi hev re hatin înfazkirin. Ev jî fikaran zêde dike. Deriyê DAÎŞ’ê yê ji cîhanê re vedibe Dîlok e û niha li şûna van navan jî navên din hatine bicihkirin. Ji ber ku DAÎŞ, Dîlokê vala nahêle.”

‘YEKANE DERDÊ AKP/QESRÊ STATUYA KURDAN E’

Togrûl axaftina xwe wiha domand: “Erê, ewqas agahî hene, çima tevdîr nayên girtin. Dema bê pirsîn ku hêviyên çi dikin tenê bersivek wê heye. Ew jî dijminahiya Kurdan e. Yekane derdê AKP/Qesrê ew ku Kurd nebin xwedî statuyekê. Ji bo vê jî bi her cure rêxistinên çete re hevkariyê dike. Dibe ku gelekî ne di rojeva me de be lê, îro bi taybet El Nûsra jî di serî de Hatay û Dîlok, li bajarên sînor rêxistinbûyinek cîdî ava kiriye.”

‘TEKANE RÊYA DERKETINÊ EW E KU DIVÊ DEST JI DIJMINAHIYA KURDAN BERDE’

Togrûl ragihand ku çeteyên DAÎŞ’ê xwe li Dîlokê bi rêxistin dikin û got; “Niha jî rêxistina El Nûsrayê ku navê xwe wek Fetîh El Şam guhert wek vebijêrka duyemîn di dest xwe de digre. Dîsa em dibînin ku ev koma El Nûsra jî li Dîlokê bi awayekî cîdî xwedî rêxistin e.

Divê Tirkiye vê bibîne. Hem li hundir hem jî li derve dest ji dijminahiya Kurdan berde. Esas, ev asêbûyina Tirkiye, sedema ku ber bi şerê navxweyî û derveyî ajot, dijminahiya bi Kurdan re ye. Halbûkî eger di nav xwe de aştiyek ava bikira û bi Rojava re têkîliyên baş ên cîrantiyê saz bikira, îro wê Tirkiye li nuqteyek hê cudatir bibûya. Me yê kariba gelek tiştên cuda bi Tirkiyeyê re baxiviya û wê Tirkiye neketiba nav vê krîza aborî û konsepta şer. Niha Tirkiye pir pîs ketiye nav çiravê. Tekane rêya derketinê ew e ku divê dest ji vê dijminahiya Kurda a sed sal in didomîne berde.”