Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), ji bo zextên li ser çapemeniya kurd û ajansê şermezar bike, daxuyanî da û diyar kir ku pergal bi binçavkirin û girtinan nikare rastiyan tarî bike û ser ruyê rastiyan bincil bike.
DÎHA'yê ji bo zextên li ser çapemeniya kurd û ajansê şermezar bike li Cemîyeta Rojnamegerên Guneydogu daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de xebatkarên DÎHA, Rojnameya Azadiya Welat, Produksiyona Pel, JINHA, Gun Tv, Xebatkarên Belavkariya Firatê, Rojnameya Yenîgun, Gun TV, rêveberen Cemîyeta Rojnamegeran û gelek kesên din amade bûn. Daxuyanî bi kurdî û tirkî hate dayîn. Bi Kurdî Edîtorê DÎHA'yê Mehmet Alî Ertaş û bi tirkî jî Nûçegîhana DÎHA'yê Sebahat Çelîk daxuyanî xwend. Ertaş, diyarkir ku di demên dawî de zext û pêkutiyên li dijî çapemeniya kurd û DÎHA'yê zêde bûye. Ertaş, anî ziman ku li aliyekî nûçegîhanê me binçav dikin, li aliyê din nûçegihanê me yên rastiyê aşkere dikin û bi civakê re parve dikin digirin û davêjin zindanan. Ertaş, da zanîn ku ji destpêka vê DÎHA gotina "Tiştek di tariyê namîne" weke duruşme hilbijartiye û wiha got: “Vê saziyê ji deh salên ku li paş xwe hiştiye tucarî terka vê rêgezê xwe nekirye. Her tim çavdêriya rastiyê kiriye. Her tim mafê rast agahî û hînbûna rastiyê a civakê weke rêgeza sereke û weke sedemê hebûna xwe pejirandiye. Yek jî rêgezên me jî; bi azadî anîna ziman a ramanê û bi azadî rexne kirin e. ji roja ku ev sazî avabûye û heta niha me tucaran "Ji rastiyê tawîz neda ye" û emê nedin jî. "
Ertaş, da zanîn ku ji roja ku DÎHA hatiye avakirin û heta niha li hemberî hewildanên desthiladariya siyasî ku dixwaze çapemeniyê li gorî xwe bi teşe bike têkoşîna rastiye daye û li pey rastiyê tev geriya ye û wiha axivî: "Bi taybetî zewtên li ser xebatkarên me yên herêma Çukurovayê zêde dibin û destûr nadin xebatkarên me li wir bixebitin. Ji bo ku hevalên me li wir rastiyan ronî dikin tên binçavkirin û girtin. Di salekê de Ozlem Oguş, Ferhat Arslan û herî dawî jî Zeynep Kurîş hate girtin. Em van zextan qebûl nakin û em an şermezar dikin. Bi caran e di operasyonên ku di bin navê "KCK" de tên kirin de nûçegihanên me jî tên binçavkirin û girtin. Tenê di operasyona 20 ê kanuna 2011 yan de ku ji 20 î zêdetir muxabir û xebatkarên me hatine binçav kirin û tev jî hatin girtin. Lê hîn jî binçavkirin, tehdît û girtinên li ser xebatkarên me ne neqedîne. Êdî em li hemberî qirkirina rojnameger û pênûsa wan ji destê wan bê girtin bêdeng namînin. Em weke xebatkarên DÎHA'yê van pêkanînan red dikin û em dest ji rastiyan bernadin û dê her tim mafê agahdariya azad a gel her tim biparêzerin. Em li vir careke din vê yekê îlan dikin. Em girtinan şermezar dikin û dixwazin hevalên me bi lezgin serbest bên bertan."
Lîsteya nûçegîhanên girtî yên DÎHA’yê wiha ye:
1- ZÛHAL TEKÎNER: Xwediya Îmtîyazê ya DÎHA'yê, di 24'ê Kanûnê 2011'an de hate girtin.
2- ABDÛLLAH ÇETÎN: Nûçegihanê Misircê ya DÎHA'yê, di 16'ê Kanûnê 2011'an de hate girtin.
3- RAMAZAN PEKGOZ: Edîtorê DÎHA'yê, di 24'ê Kanûnê 2011'an de hate girtin.
4- MAZLÛM OZDEMÎR: Edîtorê DÎHA'yê, di 24'ê Kanûnê 2011'an de hate girtin.
5- ERTÛŞ BOZKÛRT: Edîtorê DÎHA'yê, di 24'ê Kanûnê 2011'an hate girtin.
6- KENAN KIRKAYA: Nûnerê Enqerê ya DÎHA'yê, di 24'ê Kanûnê 2011'an hate girtin.
7- FATMA KOÇAK: Midura Karên Nivîsan a DÎHA'yê, di 24'ê Kanûnê 2011'an hate girtin.
8- SEMÎHA ALANKÛŞ: Edîtorê DÎHA'yê, di 24'ê Kanûnê 2011'an hate girtin.
9- SADIK TOPALOGLÛ: Nûçegîhanê Rihayê ya DÎHA'yê, di 24'ê Kanûnê 2011'an hate girtin.
10- ÇAGDAŞ KAPLAN: Nûçegîhanê Stenbolê ya DÎHA'yê, di 24'ê Kanûnê 2011'an hate girtin.
11- OMER ÇELÎK: Nûçegihanê Stenbolê ya DÎHA'yê, di 24'ê Kanûnê 2011'an hate girtin.
12- PERVÎN YERLÎKAYA: Hesabgira DÎHA'yê, di 24'ê Kanûnê 2011'an hate girtin.
13- NÎLGUN YILDIZ: Nûçegihana Mêrdînê ya DÎHA'yê, di 24'ê Kanûnê 2011'an hate girtin.
14- ŞAHABETTÎN DEMÎR: Nûçegihanê Wanê ya DÎHA'yê, di 9'ê Tîrmehê 2012'an de hate girtin.
15- FAYSAL TUNÇ: Nûçegîhanê Şirnexê ya DÎHA'yê, di meha Nîsan a sala 2007'an de hate girtin.
16- OZLEM AGÛŞ: Nûçegihana Edenê ya DÎHA'yê, di 6'ê Adarê 2012'an hate girtin.
17- FERHAT ARSLAN: Nûçegihanê Mêrsînê ya DÎHA'yê, di 5'ê Çotmeha 2012'an de hate
18- ZEYNEP KURÎŞ :Nûçegihanê Mêrsînê ya DÎHA'yê, di 6'ê Kanunê 2012'an de hategirtin.