Di xwepêşandana li Silêmaniyê ala Tirkiyeyê hate şewitandin

Di xwepêşandana li Silêmaniyê ala Tirkiyeyê hate şewitandin

Li bajarê Silêmaniyê ji bo piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê li girtîgehên Tirk dane destpêkirin, pêşandanek hat lidarxistin. Hinek ciwanên di nava xwepêşandanê de agir berdan ala Tirkiyeyê.

Xwepêşandana li Silêmaniyê bi diruşmeya 'Em xelkê başûrin û piştgirê bakûrin' di demjimêrên sibehê de destpê kir. Xwepêşandanê li ber zanîngeha Silêmaniyê destpê kir, biryare li pêşiya nivîsîngeha Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ya li Silêmaniyê çend daxwazname û nerazîbûn pêşkêşî nivîsîngehê bên kirin. Hate ragihand ku, xwepêşandanê de ala Tirkiyeyê hate şewitandin.