Di kesayetiya şervana YPJ'ê Narîn Reşît Mûstafa (Xwundan Zagros9 a di operasyonên azadkirina gundên Kobanê de jiyana xwe ji dest da, li gundê Elîzêrê berxwedêrên Kobanê hatin silavkirin.
Berxwedana Kobanê ji rojhilat ve ber bi Girê Spî (Til Ebyad) ji rojava ve jî ber bi sînorên Cerablûsê li xeteke dorfireh bi operasyonên azadkirinê dewam dike. Li gundên Miseynter û Elîzêrê jî, bi sedan eks hatin cem hev û bi çalakiya zincîra ji mirovan re berxwedêr silav kirin. Çalakiya li Miseynterê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranÎna cangoriyan li ber sirûda Çerxa Şoreşê destpê kir. Di çalakiyê de endamên Partiya Sosyalîst Bindestan (ESP) jî amade bûn. Bi dirûşmên "Bijî PKK", "Bijî MLKP" çalakgeran berxwedan silav kirin.
DI ŞEXSÊ XWUNDAN DE BEXWEDÊR HATIN SILAVKIRIN
Piştî ku hat bihîst, şervana YPJ'ê Narîn Reşît Mûstafa (Xwundan Zagros) a ji malbateke ji gundê Elîzêrê koç kiriye, jiyana xwe ji dest da, li gundê Elîzêr ê di navbera Kobanê û Girê Spî de, çalakiya zincîra ji mirovan hat lidarxistin. Çalakiya bi dirûşmên "Şehîd Namirin" destpê kir bi heman dirûşman bi dawî bû. Di vê çalakiyê de di kesayetiya şervana YPJ'ê Zagros de berxwedana Kobanê hat silavkirin. Çalakgeran ji bo bîranîna cangoriyên YPG û YPJ'ê deqeyek rêz girtin û piştî çalakiyê merasîma sersaxiyê ya jib o Xwundan Zagros a YPJ'yî bûn.