Di şerên li Şêx Meqsûdê de 36 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyên a li hember Taxa Şêx Maqsûd a Helebê berdewam dikin.

Navenda Çapeneniya YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyên a li hember Taxa Şêx Maqsûd a Helebê berdewam dikin. Navenda Çapemeniya YPG’ê da xuyakirin ku hêzên YPG’ê bersivên xurt dane êrîşan, di êrîşên ku hê jî bi dijwarî didomin de herî kêm 36 çête hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku êrîşên hevbeş ên komên çete yên Lîwaa Sûltan Mûrad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16’an, Lîwaa El-Fetih, Ceyş El-Mûcahidîn, Kombûna Festeqim Kema Emert, Nûreddîn Zenkî û El Nûsra yên li dijî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê berdewam dikin.

Di berdewama daxuyaniyê de der barê van êrîşan ev agahî hatin parvekirin: “Komên çeteyan sibeha 5’ê Nîsanê ji herêmên Seken Şebab, Seken Şikeyf, Sera Mûxeberat û Eşrefiyê li dijî Taxa Şêx Meqsûd êrîşeke dijwar dan destpêkirin. Di êrîşên komên çeteyan ên bi topên hawan û dojehê ku yekser sivîl hedef digirtin de 15 hemwelatiyên me yên sivîl gihiştin şehadetê û 56 hemwelatiyên sivîl jî birîndar bûn.”

Li hemberî van êrîşan di daxuyaniyê de hate gotin ku bersivek tund hatiye dayîn û wiha dom kir: “Hêzên me bersivên tund dan êrîşên ku komên çeteyên bi armanca ketina taxê li dar dixistin. Di şerên dijwar ên pêk hatin de tankek û depoyek cebilxane ya çeteyan hat ruxandin. Di şerên ku hê jî bi awayekî dijwar berdewam dikin de heta niha qasî hatiye zelalkirin 36 çete hatine kuştin û 70 çete jî hatin birîndarkirin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku 4 şervanên YPG’ê yên ku ji bo şkandina êrîşên çeteyan bi awayekî fedayî şer dikirin gihiştine şehadetê.

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku çeteyên DAIŞ’ê jî di 5’ê Nîsanê di navbera saet 01.00 û 03.00’an de ji çeperên xwe yên Cerablûsa Jêrîn bi çekên giran êrîş birin ser bajaroka Şêxler a dikeve Başûrrojavayê Kobanê.