Di ser komkujiyê re 2 sal 6 meh derbas bûn, kiryar hînê nehatine aşkerakirin
Di ser qetilkirina yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, endama KNK'ê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanên Kurd Leyla Şaylemez re du sal û şeş meh derbas bûn. Kurdistanî û dostên wan vê hefteyê jî daketin qadan û daxwaza edaletê kirin.
ANF
PARÎS
çarşem, 10 pûşperê 2015, 15:30
Di ser qetilkirina yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, endama KNK'ê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanên Kurd Leyla Şaylemez re du sal û şeş meh derbas bûn. Kurdistanî û dostên wan vê hefteyê jî daketin qadan û daxwaza edaletê kirin.
Tevî ku di ser komkujiya 9'ê Çileya 2013'an a li Parîsê du sal û şeş meh derbas bûne jî, ji bo ronîkirina hêzên li pişt komkujiyê ti gav nehatiye avêtin. Hat îlankirin ku dosya lêpirsînê beriya bi hefteyan hatiye qedandin. Li hemberî vê biryara dadgeriyê Fransayê, Kurdistanî daxwaza 'edalet û ronîkirinê' bi biryardarî tînin ser ziman.
Kurdistanî û jinên SKB'yî yên îro li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd saet di 14:00 de hatin cem hev, dest bi meşê kirin. Di meşa heta ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê de daxwaza edaletê hat dubarekirin.
Di meşê de her wiha belavokên li ser daxwaza ji bo ronîkirina hêzên li pişt komkujiyê hatin belavkirin. Girseya gel li ber Buroya Enformasyonê ya Kuristanê deqeyek rêz girt û dûre axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hat ragihandin ku serketina HDP'ê berhema cangoriyên têkoşîna aştî û azadiyê ya Kurdistanê ye û hat destnîşankirin ku lêgerîna edaletê ya Kurdistaniyan wê dewam bike.