Di Qerta Kesk de Wan di rêza yekemîn de ye
Di Qerta Kesk de Wan di rêza yekemîn de ye
Di Qerta Kesk de Wan di rêza yekemîn de ye
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê, li Tirkiyê 11 milyon û 90 hezar kes xwedî Qerta Kesk in. Di nava mirovên qerta kesk bikar tîne de, bajarên Kurdan ên di warê sosyo-ekonomîk de li paş hatine hiştin, di rêzên destpêkê de cih digire. Bajarê Wan ê xwedî milyonek nifûsê ye, di rêza destpêkê de cih digire.
Di 18'ê Hezîrana sala 1992'an de ji bo welatiyên rewşa wan a aboriyê qels e, li nexweşxaneyên dewletê û zanîngehan bêpere bi qerta kesk a dewletê were dermankirin qanûnek hat derxistin û ji wê demê û vir ve ji 16 milyon 121 hezar û 555 kesan re qerta kesk hat dayîn. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê, beşa herî mezin a xwediyên qerta kesk, li bajarên Kurdan ên di warê sosyo-ekonomîk de li paş hatiye hiştin, dijîn. Derket holê ku li Tirkiyeya ji 77 mîlyonî, 11 mîlyon û 90 hezar kes xwedi qerta kesk in.
QERTA KESK HERÎ ZÊDE LI BAJARÊN KURDAN E
Li gorî van daneyan, herî zêde bajarê Wanê qerta kesk bikar tîne, ku ji ber erdhejên 23'ê Cotmeh û 9'ê Mijdara sala 2011'an de 640 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 4180 kes jî birîndar bûbû û rêjya bêkariyê ji ber erdhejê bilind bûbû Di sala 2011'an de herî zêde li Rihayê qerta kesk dihat bikaranîn, lê piştî erdhejê Wan derket rêza yekemîn. Wan ku xwedî milyonek 51 hezar û 975 hezar nifûsê ye, qerta kesk ji aliyê 260 hezar û 498 kesan ve tê bikaranîn. Li gorî van daneyan, li Wanê ji her çar kesan yek kes qerta kesk bikar tîne.
6 MILYON Û 122 334 QETRÊN KESK HATIN BETALKIRIN
Wezareta Tenduristiyê di nava 3 salên dawî de li 81 bajar û 923 navçeyan lêkolîneke dorfireh pêk anî û diyar kir ku bi milyonan kes bi neheqî qerta kesk bikar tînin û qerta kesk a 6 milyon 122 hezar û 334 kesan betal kir. Di mijara betalkirina qerta kesk de Stenbol bi 388 hezar 675 kes, Amed 227 hezar û 143 kes, Edene 191 hezar û 201 kes, Enqere 182 hezar 657 kes, Samsûn 181 hezar 253 hes, Mêrsîn 177 hezar û 606 kes, Mereş 165 hezar 266 kes, Dîlok 150 hezar 159 kes, Konya 146 hezar 673 kes, Îzmîr 145 hezar 688 kes, Erzîrom 143 hezar 879 kes û Ordû bi 136 hezar û 808 kesan di rêzên destpêkê de cih digirin. Herî kêm jî li bajarê Bîlecîkê bi 8 hezar û 345 kesên qerta wan a kesk hatine betalkirin, di rêza dawî de cih digire.