Piştî ku polîsên Tirk êrîşê meşa li Nisêbînê kir pevçûn dest pê kirin. Di encama pevçûnan de zarokek 12 salî bi navê A.E. bi giranî birîndar bû.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê bi boneya balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd, meşek hate lidarxistin. Polîsan êrîş meşê kir û pevçûn qweimîn. Di encama bombeya gazê ya polîsan de zarokê 12 salî A.E. bi giranî birîndar bû. Hat diyarkirin ku bombeya gazê li guhê wî yê rastê ketiye û ew rakirin Nexweşxaneya Dewetê ya Nisêbînê. Ji ber rewşa wî ne baş bû, ji wir jî veguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.