Li gelek bajar û navçeyan nimêjên înê hatin kirin. Melayan di nimêjan de bal kişand ser greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî dan destpêkirin û anîn ziman ku her diçe rewşa girtiyan ne baş dibe. Melayan da zanîn ku hemû kesên dibêjin ez xwedî îman im divê li hemberî vê yekê bertekên xwe nîşan bidin.
Li bajarên herêmê û gelek bajarên Tirkiyeyê Nimêjên Înê yên Sivîl hatin kirin. Li Amedê li Suka Binder a Selahattîn Eyyubî, Şinrexê li konê ber avahiya BDP'ê, Sêrtê li Parka Şaredariya Sêrtê, Êlihê li Baxçeyê Çayê yê Şaredariyê, Sîlopî li qada li ber avahiya BDP'ê, Hezexe li Parka Aştiyê ya li taxa Turgut Ozal, Cîzîr li Parqa Şaredariyê, Bîsmîl li Parqa Halîl Oruç, Qoser li Mala Gel a Şeyh Davut Yalçinkaya, Nisêbîn li Parqa 100. Yilê, Misirce li avahiya BDP'ê, Gimgim li avahiya BDP'ê, Wan li Parqa Şaredariyê, Milazgirî li avahiya BDP'ê, Colemêrg li avahiya BDP'ê li navçeya Turgutlu ya Manîsayê li avahiya BDP'ê bi hezaran welatiyan nimêjên înê kirin.
Di nimêjan de melayan bi kurdî weaz dan. Di nimêjan de ji Quranê ayet hatin xwendin û melayan bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya di 12'yê îlonê de bi armanca şertên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ewlehî, azadî û tenduristî bên sererastkirin. Melayan, diyar kir ku girtiyên li girtîgehan ji bo edaletê bedenên xwe ji mirinê re razandin rewşa wan nebin. Melayan bertek nîşanî hikûmeta AKP'ê ya li hemberî vê yekê bê deng e da.
Melayan da zanîn ku rewşa girtiyên 38 rojin di çalakiya greva birçîbûnê de ne baş in û hemû kesên dibêjin ez bi îman im divê li hemberî vê yekê bertekên xwe nîşan bidin. Melayan bang li rayedarn kir ku demildest daxwazên girtiyan bi cih bînin.