Di navbera Geverî û polîsan de pevçûna destpê kir

Di navbera Geverî û polîsan de pevçûna destpê kir

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi deh hezaran kesan ji bo balê bikşînin ser çalakiya greva birçîbûnê xwestin meşekê li dar bixin û lê polîsan êrîş li girseyê kir. Bi êrîşa polîsan re li navenda navçeyê di navbera girse û polîsan de pevçûnê destpê kir.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê girseya zêdehî deh hezaran ya ku di nav de endamên Meclîsa BDP'ê Siddik Akiş, Hasan Guzel, Abidîn Enîş, rêveberên Rêxistinên BDP'ê yên Colemêrg, Gever, Şemzînan, Bajêrgeh û Çelê, şaredar jî di nav de li ber avahiya BDP'ê ya Geverê hatin cem hev ber bi Duryana Girtîgeha Kevin dest bi meşê kirin. Di meşê de alên PKK û HPG'ê hatin vekirin û pankratên "Daxwazên girtiyên di çalakiya birçîbûnê de daxwazên me ne", "Em soza bi rihê berxwedana rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê didin ku em dê ber bi serkeftinê ve biçin" û "Em bi rihê Kemal Pîran çalakiya girçîbûnê ya girtiyan silav dikin" hatin vekirin.

Xwendekar jî li ber dibistanan hatin cem hev û tevlî meşê bûn. Girseyê li Duryana Girtîgeha Kevin çalakiya rûniştinê li dar xist xwendekaran jî li ber Otela Oslo çalakiya rûniştinê li dar xist. Di çalakiyan de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan slogan hatin qêrîn û poster hatin vekirin.

Dema çalakiya girseyê ya rûniştinê berdewam dikir polîsan bi dehan wesayîtên zirxî, bombeyên gazê û ava şid êrîşî girseyê kir. Girseyê ji bi kevirina bersiva polîsan da. Li ser êrîşê esnafan dikanên xwe girtin û girseyê li kolanan barîkat danîn û bi polîsan re şer kir. Bûyerên li navçeyê didomin.