Di navbera Amed-Mûşê de operasyonekî berfireh

Di navbera Amed-Mûşê de operasyonekî berfireh

Artêşa Tirk li bejahiya navbera Amed û Mûşê de operasyonek berfireh da destpê kirin.

Artêşa Tirk li bejahiyên herêma Kozma û Dêrabî yên Zozanên Şenê yê dikeve navbera Mûş û navçeya Pasûr ya Amedê, her wiha li bejahiya gundên Hedîk û Yeşîlbûrç yên ser bi Lîceyê ve operasyon da destpê kirin. Helîkopterên ku ji pîsta Baregeha General Galîp Denîz ya 7’mîn Fermandariya Kolordûya Amedê rabûn ji hewa ve piştgirî didin operasyonê.