Di meşa li Hewlêrê de bêdengiya hikûmetê hate şermezarkirin

Di meşa li Hewlêrê de bêdengiya hikûmetê hate şermezarkirin

Çalakiya birçîbûnê ya 3 rojî ku li bajarê Hewlêrê li ber Parlementoya hikumeta Başûrê Kurdistanê hatibû destpêkirin, beriya ku dest bi meşê bike heya deriyê Parlementoyê çûn û daxuyaniyek dane çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, pêwîste hikumeta Başûrê Kurdistanê û Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê helwesta xwe zelal bikin û bi awayek fermî piştgiriya xwe ya bi çalakiyê re nîşan bidin.

Li bajarê Hewlêrê çalakiya birçîbûnê ya 3 rojî ku li ber deriyê parlementoya Herêma Başûrê Kurdistanê ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê li girtîgehên Tirk dabûn destpêkirin û hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê bêdengiya xwe xirab bike, dabûn destpêkirin di roja dawî ya 3’mîn de xwestin meşekê heya konsolosa Tirk pêkbînin.

Girseya ku di demjimêr 13.00’an de li ber deriyê Parlementoyê kombûn û daxuyaniyek dane çapemeniyê û ragihand ku, pêwîste hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê û Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê helweste xwe zelal bikin, bêdengiya xwe xirab bikin û bi awayek fermî piştgiriyê bidin çalakiya birçîbûnê. Di daxuyaniyê de bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê hate şermezar kirin. Her wiha zextê li ser Tirkiyeyê bikin ku 3 daxwazên bingehîn yên girtiyên siyasî yên Kurd qebûl bike. Daxuyaniya ku ji çapemeniyê re hate xwendin, pêşkêşî parlementeran kirin.

Piştî daxuyaniya çapemeniyê girseya ku li ber deriyê parlementoyê kom bibûn, bigirseyî ber bi konsolosa Tirk ve meşiyan. Di meşê de sloganên “Bijî Serok Apo”, “Azadî serdikeve”, “Kurdistan gora faşîstan”, “Dîsan dîsan serhildan serokê me Ocalan” hatin qêrîn. Meşa ku bi sedan kesî destpêkir, kêlî bi kêlî zêdebû hêjmar giha bi hezaran kesî. Dema ku bi hezaran çalakvan gihan ber konsolosa Tirkan, li vir daxuyaniyek dane çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan û hikumeta Tirk bi tundî hatin şermezar kirin û bang hate kirin ku, tecrîda giran kirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan teqez rakirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, pêwîste hikumeta Tirk mafên gelê Kurd yên demokratîk bide û daxwazên girtiyan bicih bîne.

Piştî daxuyanî hate xwendin girse bi awayekî bê bûyer belavbûn û çalakiya birçîbûnê ya 3 rojî ya li ber Parlementoyê bi dawî bû.