Di lûleya gaza xwezayî de teqîn

Di lûleya gaza xwezayî de teqîn

Di lûleya gaza xwezayî ya li Gundê Teperiz ya girêdayî Bazîdê de teqîne rû da.

Şeva din di lûleya gaza xwezayî ya li Gundê Teperiz ya girêdayî navçeya Bazîda Agiriyê teqînê rû da. Qeymeqamê Bazîdê Nûrettîn Dayan jî teqîn di lûleya gaza xwezayî de piştrast kir. Dayan ragihand ku, di teqînê de mirî û birîndar çênebûne. Her wiha Dayan got;

“Di lûleya gaza xwezayî ya di navçeya Bazîdê de derbaz dibe û diçe Wanê ji ber sedemekî nehate zanîn teqînekê rû daye. Piştî teqînê hêzên me yên ewlekariyê çûne cihê bûyerê. Di bûyerê de mirî û birîndar çênebûne, piştî hewa tarîbû hûrkolîn hatine kirin. Ewlekariya derdora herêmê hatiye girtin, sib edema hewa ronîbû ew piştî yekîneyên pispor hûrkolînkirin dê sedemê teqînê bê aşkera kirin.”

Hêjayî gotinêye ku HPG’ê di daxuyaniya 19’ê cotmehê de ya derbarê çalakiya li dijî lûleya gazê ya di navbera gundên Kurdalî û Sivik yên Eleşgirta Agiriyê de daxuyanî dabû û ragihandibû ku, di çalakiya li dijî lûleya gazê de 38 leşker hatine kuştin.

Her wiha ji ber ziyana mezin ya di lûleyê de, Îranê piştî teqînê herikîna gazê rawestand. Ji ber vê jî BOTAŞ ji bo gaza rojekê serî li Gazproma Rûsyayê û xwest ku gaza xwedayi ya 32 milyon bike 48 milyon.