Di lêpirsîna komkujiya Amedê de biryara nepenîtiyê

Di lêpirsîna têkildarî êrîşa li hember mîtînga HDP’ê ya 5’ê Hezîranê li Amedê biryara nepenîtiyê hat girtin.

Di lêpirsîna têkildarî êrîşa li hember mîtînga HDP’ê ya 5’ê Hezîranê li Amedê biryara nepenîtiyê hat girtin.

Dadgeriya Nobedar a Sulh Ceza serlêdana Serdozgeriya Komarê ya Amedê qebûl kir û ji bo dosyayê biryara veşartîbûnê da.

Hatibû diyarkirin ku Orhan Gonder ê di çarçoveya lêpirsînê de îro hat girtin tevlî DAIŞ’a olperest a faşîst bûye, ji bo êrîşê hatiye Tirkiyeyê û dema xwestiye bireve Sûriyeyê hatiye girtin.