Duh li dijî Fermandariya Tabura Hudut ya li taxa Nûr ya Cizîrê çalakiya bi roketê pêk hat û di encamê de hate hînbûn ku 3 leşker birîndar bûne.
Duh êvarê nêzî di demjimêr 23.00’an li dijî Fermandariya Tabura Hudut a li taxa Nûr ya Cizîrê teqîneke bi şîdet pêk hat. Merciyên fermî yên tirk derbarê teqînê de daxuyanî neda û çavkaniyên herêmê destnîşan kirin ku, teqîn ji ber avêtina roketan pêk hatiye.
Piştî bûyerên ligel tîmên tevgera taybetî ji aliyê polîsan ve li taxên Cûdî û Nûr serde girtina malan pêk hat û di encamê de 5 kes hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyên ku ANF’ê ji çavkaniyên bi bawer girtiye, tê texmîn kirin ku avêtina roketan ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve pêk hatiye. Di êrîşa ku mijara gotinê ye de herî kêm 3 leşker birîndar bûne û her wiha derbarê rewşa leşkerên birîndar de agahiyeke zelal nehat girtin.