Di du rojan de du caran herêmên gerîlayan hatin bombebarankirin

Di du rojan de du caran herêmên gerîlayan hatin bombebarankirin

Herêmên Parastinê yên Medyayê yên di bin kontrola gerîlayên HPGê de di 29-30ê mijdarê de du caran ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatin bombebarankirin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPGê (HPG-NÇR) derbarê bombebaranan de agahî da û got: “1. Di 30’ê Mijdarê de di navbera saet 23.00-24.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundê Bolê û herêma Kortek a bi ser Qendîlêye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin.”

HPG-NÇR ragihand ku di 30’ê Mijdarê de di navbera saet 23.00-24.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Xeregol, Gundên Orê û Reşmê yên bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin û got: “Herweha li dijî heman herêma ji 30’ê Mijdarê heta danê sibê yê 1’ê Kanûnê bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”

HPG-NÇRê got; “Di 29’ê Mijdarê de di navbera saet 12.00-13.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî tevahiya herêma Zapê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin.”