Di ‘Doza Mezin a KCK’ê’ de rûniştina 60’emîn destpê kir
Li Amedê 60’emîn rûniştina ‘Doza Mezin a KCK’ê’ ku 191 siyasetmedarên Kurd tên darizandin, destpê kir.
Li Amedê 60’emîn rûniştina ‘Doza Mezin a KCK’ê’ ku 191 siyasetmedarên Kurd tên darizandin, destpê kir.
Doza ku 2009’an li Amedê di bin navê “KCK’ê” bi armanca operasyonên qirkirina siyasî pêk hat û parlamenterên HDP’ê, Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle jî tê de 191 siyasetmedarên Kurd têne darizandin, bi rûniştina 60’emîn dewam dike.
Di rûniştina li 2. Dadgeha Cenazeyên Giran a Amedê tê dîtin de siyasetmedarên Kurd yên ji dozên din hatine girtin Çîmen Işik, Pero Dundar, Olcay Kanlibaş, Huseyîn Yilmaz, Tûran Genç, Alî Şîmşek û parêzvanên van jî amade bûn.
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, xizmên siyasetmedarên girtî û gelek kes tevlî rûniştinê bûn.
Di dozê de şahidên veşartî yên bi navê “Toros”, “Padîşah”, “Gulşah”, “X” û “Kar” hatin guhdarkirin.
Rûniştin bi mutalaa dozger didome.