Di doza KCK'ê ya Bedlîsê de 12 kes serbest hatin berdan

Di doza KCK'ê ya Bedlîsê de 12 kes serbest hatin berdan

Rûniştina doza 12 jê girtî 30 siyasetmedarên kurd ku tevî nûçegihanê DÎHA’yê Sînan Aygun ji doza KCK'ê ya Bedlîsê tên darizandin li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê pêk hat. Nûçegîhanê me Sînan Aygul jî di navde 12 kes serbest hatin berdan.

Rûniştina doza 12 jê girtî 30 siyasetmedarên kurd ên ji doza KCK'ê ya Bedlîsê tên darizandin li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê pêk hat. 30 siyasetmedarên kurd, di 19'ê Çileyê 2011'an de li Tetwanê hatin binçavkirin û yek jê nûçegîhanê DÎHA Sînan Aygul 12 kes hatibûn girtin. Di rûniştina dozêde Sinan Aygul, Şaize Çelîk, Sedat Guler, Zahîde Karadaşli, Nedim Işik, Şaban Tan, Sadullah Alphan, Yuksek Ozan, Erdînç Tulay, Kerem Kart, Abdulmenaf Orak, siyasetmedarên serbest û parêzerên wan amade bûn.

Parastdina siyasetmedaran a kurdî dîsa hate redkirin. Heyetê piştî navberê der barê 12 kesên ku Sînan Aygun jî heye serbest berdan û doz taloqî 20'ê mijdarê kir.