Di derbarê Baydemîr de lêpirsîn hate vekirin

Di derbarê Baydemîr de lêpirsîn hate vekirin

Bûyerên piştî ku destûr nehat dayîn BDP’e roja 3’ê Mijdarê mitînga xwest pêkbîne derketîn, Serdozgeriya Komarê ya Amedê di derbarê Şaredarê Amedê Osman Baydemîr de bi hinceta ku ji polîsan re gotiye ‘faşîst’ lêpirsîn hate vekirin.

Piştî ku Walîtiya Amedê mitînga BDP’ê ya dê 3’ê Mijdarê pêk bihata qedexekir, Parlementer û Şaredar çûne ber deriyê walîtiyê. Ji ber sedema bûyerên di 3’ê Mijdarê de rû dayîn Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsîn vekir.

Di çarçoveya lêpirsîna bi îdîaya ku Baydemîr heqaret li polîsan kiriye hatiye vekirin, dozgeriyê xwest ku emniyet wan dîmenên wê rojê kişandine bişîne.