Di civîna Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federal de biryarên girîng hatin girtin

Desteya Rêxistinî ya Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê civîna nirxandina xebatan û rewşa siyasî bidawî kir.

Civîna Desteya Rêxistinî ya Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê ku duh li Dêrikê hat lidarxistin, bidawî bû. Di civîna ku Hevserokên Meclisa Damezrîner Hediye Yûsif û Mensûr El-Selûm û 21 endamên Desteya Rêxistinî tevlî bûn de, xebatên projeya sîstema federal û rewşa dawîya herêmê, hat nirxandin.

Piştî civîna ku ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin û duh êvarê bidawî bû, encamname hat eşkerekirin.

Encamname wiha ye:

“Desteya Rêxistinî ya Meclisa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk bi amadebûna hejmareke zêde ya endamên Desteyê li hev civiya. Piştî deqeyek rêzgirtine civînê destpê kir. Di serî de rewşa siyasî hate nirxandin. Di civînê de hate diyarkirin ku aloziya Sûriyeyê ketiye sala xwe ya şeşemîn. Bi riya danûstandinên Cinêv-3 gelek hewldan hatin kirin ku vê aloziyê çareser bikin. Lê belê ev hewldan hemû têk çûn û negihîştine encamê. Ji ber zîhniyeta desthilatdar a rêjîma Baas a Sûriyeyê û hêzên opozisyonê yên Riyadê, riya çareseriyê xitimî. Hîna jî hêzên navnetewî hewl didin ku danûstandinên Cinêv-3 bidomînin.

Hêzên bi navê opozisyonê tevlî Cinêv-3 bûne, nûnertiya hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê nakin. Tenê xema wan ew bû ku di desthilatdariyê de cihê xwe bigirin. Xema wan çareseriya aloziya Sûriyeyê û avakirina sîstema demokratîk nîn e.

Bi Agirbesta ku li Sûriyeyê hat îlankirin re, diviyabû ku alîkarî derbasî herêmên dorpêçkirî bibe. Lê belê rêjîma Baas a Sûriyeyê û hêzên opozisyonê bûn yek û êrîşî herêmên kurdan kirin. Destûr nedan ku alîkariya mirovî bigihîje herêmên dorpêçkirî yên weke Şêxmeqsûd û Efrînê. Di heman demê de hêzên opozisyonê yên Stenbolê êrîşî taxa Şêxmeqsûd a Helebê kirin. Bi çekên giran sivîl hedef girtin. Ew êrîş gihîştin asta ku çekên kîmyewî bidin bikaranîn. Armanca zîhniyeta wan ew e ku netew û gelên nêrîna wan napejirînin, ji holê rakin.

Rêjîmê xwest feyde ji vê agirbestê bigire. Li ser hesabê hêzên opozisyonê û DAIŞ’ê li hinek herêman pêşve çû. Piştî ku erdnîgariya xwe fireh kir dest bi êrîşên li ser herêmên din kir. Bi taybetî ji bo ku derbe li projeya Sîstema Federaliya Demokratîk bixe, êrîşî bajarê Qamişlo kir. Lê belê di êrîşa li Qamişlo de pîlansaziyên rêjîmê têkçûn û jê re bû ders.

Dewleta Tirk dixwaze li ser xaka Sûriyeyê herêma tempo bide avakirin. Bi taybet pirsgirêka koçberan weke amûrekî li hemberî dewletên Ewropî dide bikaranîn. Li gorî tê dîtin Tirkiye û Amerîka li ser herêma ji Cerablusê heta Ezazê li hev kirine. Hêzên destek didin Tirkiyeyê piştî vê lihevhatine êrîşî wê herêmê kirin. Lê belê nikarîbûn cihê ku ji çeteyên DAIŞ`ê standibûn biparêzin û pilansaziya wan têk çû. Dibe ku hîn dixwazin wê herêmê bigirin, lê belê zehmet e ku biser bikevin. Her wiha gelek belge tespît dikin ku di navbera hikûmeta Tirk û çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê de girêdan heye. Li beramberî belavbûna terorê ya li Ewropayê tu helwestên dewletên Ewropa nîn in.

Her wiha di navbera hêzên herêmî de hevdîtin bi awayekî veşartî çêdibin. Li gorî tê xuyakirin ev hevdîtin bi armanca astengkirina Projeya Federaliya Demokratîk çêdibin. Rêjîma Baas a Sûriyeyê û dewleta Tirk li Cezayîrê hevdîtin çêkirin. Ev yek destnîşan dike ku ew li hemberî Sîstema Federaliya Demokratîk lihev tên.

Li aliyê din polîtîkaya ku dixwazin di mijara aborî de Rojava bixin dorpêçê,  bi polîtîka herêmî ya li dijî Projeya Sîstema Federaliyê ve girêdayî ye. Di dema lidarxistina civîna Meclisa Damezirîner a Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê de, rêveberiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) deriyê sînor ê Sêmalka girt. Ev yek nîşana polîtîka dijberiya Projeya Federaliya Demokratîk e. Di heman demê de kûrbûyîna têkiliya di navbera PDK`ê û dewleta Tirkiyeyê de radixe ber çavan.

Bi vî awayî gelê me li beramberî siyasetên ku aloziyê kûr dikin û çareseriya demokratîk asteng dikin helwesta xwe nîşan daye. Careke dîtir hate misogerkirin ku bi pêşxistina Projeya Sîstema Federaliya Demokratîk wê aloziya Sûriyeyê çareser bibe. Hemû pêkhateyên Sûriyeyê di nava Projeya Federaliya Demokratîk de li ser esasê biratiya gelan, jiyana hevbeş û nûnertiya îradeya hemû gelan bijîn.

Di civînê de xebatên komîteyan ên hatine meşandin baş hatin nirxandin. Bi riya civîn û hevdîtinan bersiv dane gelek pirsên gel, hêzên siyasî, çandî û civakî yên Rojava. Komîteya Dîplomasî li ser asta hundir û derve bi gelek hêzên siyasî û civakî hevdîtin kirine. Ji bo danasîna rastiya Sîstema Federaliya Demokratîk bi gelek dewlet û Saziyên herêmî û cîhanî re têkilî çêkirine. Komîteya Hevpeymana Civakî bi riya civînan nêrîn û pêşniyar ji hemû pêkhateyên Sûriyeyê girtine û niha gihîştine pêvajoya amadekirina reşnivîsa Hevpeymana Civakî. Her wiha Komîteya Xebatên Civakî li hemû herêman civînên berfereh lidarxistine. Di wan civînan de Sîstema Federaliya Demokratîk dane naskirin. Komîteya Raghandinê jî têkilî bi raghandinên din re çêkiriye û hemû xebatên komîte û Hevserokatiya Meclisa Damezrandine weşandine.

Di dawiya civînê de ji bo mehên pêş pîlansazî hate dayîn û biryar hatin girtin. Yek ji wan biryaran şeklê dawiyê yê reşnivîsa hevpeymana civakî ber çavan re derbaskirin. Desteya Şêwermendan ji kesên hiqûqnas avakirin. Li ser asta hundir û derve têkiliya bi hêzên siyasî re berdewamkirin. Bi hedefa danasîna Sîstema Federaliya Demokratîk xebatên gel şopandin. Li ser Sîstema Federaliya Demokratîk bruşûr nivîsandin.