Di civîna 'Aqilmendan' de ji bo Erdogan rexne
Di civîna 'Aqilmendan' de ji bo Erdogan rexne
Di civîna 'Aqilmendan' de ji bo Erdogan rexne
Hate zanîn ku beşa civînê “Komîsyona Aqilmendan” a ku ji çapemeniyê re girtî, li Ofîsa Xebatê ya Serokwezaretê pêk hat, hin endamên komîsyonê Erdogan rexne kirin. Her wiha hate diyarkirin ku Erdogan her tim gotina “terorê” bi kar tîne û ev yek jî gumanên Kurdan zêde dike.,
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan li Nivîsgeha Xebatê ya Serokwezaretê ya li Dolmabahçeyê bi endamên Komîsyona Aqilmendan re civiya. Civîna şêwiriyê heta saet 22.30 berdewam kir. Beşek a civînê ji çapemeniyê re girtî pêk hat û di vê beşê de hin endamên komîsyonê Erdogan rexne kirin.
Hin endamên Komîsyona Aqilmendan dan zanîn ku di axaftinên Erdogan ên ku di beşa ji bo çapemeniyê vekirî pêk hat de hin pirsgirêk hebûn.
ERDOGAN: JI BER QANÛNAN DIBÊJIN “TERORÎZM”
Seroka Giştî ya TUHAD-FED’ê Zubeyde Teker di civînê de ji ber hevoka “pêvajoya bidawîkirina terorê” rexne li Erdogan kir. Teker ku mafê axaftinê girt ji Erdogan re got: “Ger hûn vê yekê weke ‘terorîzm’ bi nav bikin, gelê Kurd tu carî bawer nake û heta dê nerazîbûn nîşanî vê pêvajoyê bide. Jixwe ger mirov bi zimaneke wiha ji gelê ku di warê hestan de ji dewletê veqetiyaye behsa aşitiyê bike, ew ê bawer neke. Ger hûn li ser uslubê xwe baldar bin dê gelek baştir be.” Erdogan jî bersiv da rexneya Tekerê û got: “Ez neçar im di çarçoveya pênaseya ‘terorîzmê’ ya di makeqanûnê de biaxivim. Ez li gorî qanûnan diaxivim."
Her wiha, Serokê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê (KESK) Lamî Ozgen jî nerazîbûn nîşan pênaseya “terorê” da û got: “Ev pirsgirêk pirsgirêka tevlîhev a sed salan e, ne rast e ku mirov vê yekê bi “terorê” pênase bike. Ev ji bo bidawîkirina vê pêvajoyê jî rîskê diafitîne.” Her wiha Ozgen ji Erdogan xwest ku di nava demê de vî zimanê xwe biguherîne. Erdogan bersiv da vê rexneya Ozgen jî û got: “Rast e, em dizanin, pirsgirêkek pir tevlîhev e. Lê em divê li gorî huqûqê tevbigerin û argumanên din bi kar bînin."
Her wiha, hin endamên din ên komîsyonê jî nerazîbûn nîşanî karanîna pênaseya “terorîzmê” dan. Her wiha tevilnekirina Dayikên Aşitiyê ji bo komîsyonê jî hate rexnekirin.
Di civînê de hate diyarkirin ku rol û mîsyona aqilmendan bi qasî agahdarkirina gel, civînên bi gel re, dikare nebza gel jî bigire.
Komên Komîsyona Aqilmendan dê di nava çend rojan de civînên xwe bi xwe li dar bixin û dest bi plan û bernameya xwe bikin.