Di Cejna Qurbanê de serdana gora Vedat Aydin

Bi pêşengiya MEBYA-DER'ê bi wesîleya Cejna Qurbanê serdana gora Vedat Aydin hate kirin ku di 5'ê Tîrmeha 1991'ê de piştî ku hate revandin, hate qetilkirin.

Serdan li Goristana Asrî ya li Deriyê Mêrdînê pêk hat. Siyasetmedar, nûnerên saziyan û malbata Vedat Aydin tevlî serdanê bûn.

Li dû dûayan, hevjîna Vedat Aydin Şukran Aydin axivî û bang kir ku dosyayên kuştinên kiryar nediyar bêne vekirin.

Şukran Aydin got, "Em kujeran nas dikin."

Hevserokê Bajarê Amedê yê DEM Partiyê Abbas Şahîn jî anî ziman ku wê têkoşîna Vedat Aydin dewam bikin.

Şahîn bal kişand ser "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" ku ji aliyê Rêber Apo ve hate destpêkirin û got, "Cihê rûmetê ye ku têkoşîna Vedat Aydin bê meşandin. Em ê xwedî li bîranîna hevalên xwe yên pêşeng derkevin. Ji bo pêkhatina aştî, demokrasî û edaletê divê rûbirûbûn çêbibe."

Bîranîn piştî ku qurnefîl li ser gora Vedat Aydin hate danîn, bi dawî bû.