Di çalakiya 'edalet û ronahiyê' de qurbaniyên komkujiyan hatin bîranîn

Ji bo şoreşgerên Kurd Cansiz, Dogan û Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, Kurdistanî îro jî daketin kolanan.

Ji bo şoreşgerên Kurd, yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, endama KNK'ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez, Kurdistanî îro jî daketin kolanan. Bi armanca şermezarkirina komkujiyên Gazî, Helepçe û Qamişlo yên di meha Adarê de qewimîn, çalakgeran devê xwe bi banda reş girtin.

Çalakiya ku vê hefteyê ji aliyê Dergaha Elewiyan a Pîr Sûltan-FEDA hat lidarxistin, li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk saet di 14:00 de destpê kir. Di çalakiyê de flamayên ji wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez ên bi nivîsa "edalet û heqîqet" hatin hilgirtin. Endamên Yekîtiya Jinan a Sosyalîst jî beşdarî çalakiyê bûn.

Çalakgeran bi bêdengî meşiyan û li Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ji bo bîranîna Cansiz, Dogan, Şaylemez û hemû qurbaniyên komkujiyan, deqeyek rêz hat girtin.

Paşê Hevseroka Dergaha Elewiyan a Pîr Sûltan Bêmal Dêrsim peyivî û di kesayetiya her sê jinên li Parîsê hatin qetilkirin, hemû qurbaniyên komkujiyan bibîr anî. Dêrsim got, "Em vê bêdengiya ku sê sal in der heqê komkujiya Parîsê de dewam dike, şermezar dikin. Dema Adar tê gotin komkujiyên Gazî, Helepçe, Berkîn Elvan, Qamişlo, Beyazid tê bîra mirovan. Tevî komkujiya Parîsê ji bo pirsîna hesabê hemû komkujiyan em ê her tim li qada çalakiyê bin." 

Li dû axaftinan çalakî bi dawî bû.