'Di Adara 2015'an de divê serhildan û avakirina sîstemê geş bibin'

Endamê Komîteya Qada Civakî ya KCK'ê Yûsûf Kaplan destnîşan kir, ku gelê Kurd bi derketina PKK'ê re Adara her salê bi berdêla êş û şehadetên mezin, bi berxwedan û serhildanê pêşwazî kiriye.

Endamê Komîteya Qada Civakî ya KCK'ê Yûsûf Kaplan destnîşan kir, ku gelê Kurd bi derketina PKK'ê re Adara her salê bi berdêla êş û şehadetên mezin, bi berxwedan û serhildanê pêşwazî kiriye û destnîşan kir ku girîng e Kurd Adara 2015'an jî bi serhildanan, bi xebatên hilbijartinê û avakirina bi ruhê serhildanê, pêşwazî bike.

Endamê Komîteya Qada Civakî ya KCK'ê Yûsûf Kaplan wateya meha Adarê ji bi bo gelê Kurd ji ajansa me re nirxand û destnîşan kir, ku Adar di dîroka gelê Kurd de tê wateya berxwedan û serhildanê.

Kaplan ragihand ku Newroz ji bo Kurdan di tevahiya dîrokê de navê berxwedanê ye û da xuyakirin ku bi derketina Tevgera Azadiyê ya Kurd re gelê Kurd, bi taybetî di salên 90'î de hema hema hemû Newroz li gorî wateya xwe, bi berxwedaneke mezin pêşwazî kiriye.

Kaplan da zanîn ku meha Adarê ne tenê ji bo Kurdan ji bo jinan jî meheke berxwedanê ye û got, "Di her 8'ê Adarê de jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî serhildanên xwe bilind kirine û têkoşîna xwe ya li dijî sîstema bi serdestiya mêr, mezin kirine."

'DI MEHA ADARÊ GELÊ ME GELEKÎ ÊŞ KIŞAND, LÊ BERXWEDAN HER TIM MEZIN BÛ'

Kaplan da xuyakirin ku di meha Adarê de li hemberî gelê Kurd li dijî Elewiyan û derdorên çep sosyalîst komkujî hatin kirni, lê belê ti ji van nekarî pêşî li berxwedanê bigirin û got, "Di 16'ê Adara 1988'an de di Komkujiya Helepçeyê ya ji aliyê rêveberiya Baasê ve hat kirin de herî kêm 5000 hezar Kurd hatin qetilkirin. Di 12'ê Adara 1995'an de li taxa Gazî ya Stenbolê hêzên dewleta TC hewl da li hemberî gelê me komkujiyê bikin... Di 12'ê Adarê re rejîma Esad li hemberî gelê me komkujî kir û gelê me li dijî vê rabû ser piyan.

Di 30'ê Adara 1972'an de Mahîr Çayan û 9 hevalên wî ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin dorpêçkirin û di vê pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan. Weke Komkujiya Kizildere cihê xwe di dîrokê de girt. Wan digotin, 'em nehatine teslîmbûnê, em hatine li ber xwe bidin'. Ji xwe welê bû, teslîm nebûn. Ji xwe Rêbertiya me di avakirina koma Apoyî de destpêkê ketibû bin bandora Mahîr Çayan. Û yekemcar di protestoya komkujiya Kizildere de hatibû girtin û li girtîgehê hatibû bicihkirin."

Kaplan diyar kir ku tevî komplo û komkujiyên hêzên netewe dewlet ên li 3 parçeyan, Kurdan her tim berxwedana xwe xurt kirine û herî zêde jî di meha Adarê de rabûne serhildanê.

Kaplan got, "Di salên 90'î de gelê Kurd êdî veguherî gelekî serhildanê" û anî ziman ku ev yek hatiye heta roja îro. Kaplan di dewama axaftina xwe de got, "Rêbertiya me, her tim bi bîranîna şoreşger û şehîdên mezin re dilsoz ma û bi pêşvebirina têkoşînê re gelê me û tevgera me her sal weke saleke nû ya têkoşînê pêşwazî kirine."

'MEHA ADARÊ MEHA ŞEHADETÊN MEZIN E'

Kaplan da zanîn ku çavkanî û bingeha vê berxwedanê cangoriyên rêya azadiyê ye û ev xal destnîşan kir: "Can û xwîna hemû şehîdên şoreş, sosyalîzm û azadiyê di vê berxwedanê de hene. Lê belê dixwazim hevalê Mazlûm Dogan ê di sala 1982'an de li dijî hovîtiya zîndana Amedê bi pêxistina sê derbikên niftikê çalakiya canfedayî lidar xist û ruhê berxwedanê yê PKK'ê nîşan da, hevalên Rahşan, Bêrîvan û Sema Yuce yên agirê ji Kawayê hemdem Mazlûm Dogan wergirtin hilgirtin pêşerojê, careke din bibîr bînim. Bi têkoşîn û çalakiyên xwe re nîşan dan ku li Kurdistanê agirê azadiyê wê ti carî venemire. Nîşan dan ku PKK çandeke berxwedanê ye, jiyaneke û mirin têk biriye." Kaplan da zanîn ku di meha Adarê de gelek hêzên şoreşger, gerîla û welatparêzan jiyana xwe ji dest dane.

'DI ADARA 2015'AN DE DIVÊ SERHILDAN BILIND BIBE, ÎNŞA BI PÊŞ BIKEVE'

Endamê Komîteya Avakirinê û Serhlidanê ya KCK'ê Yûsûf Kaplan diyar kir ku ew bi ruh û coşa serketina Kobanê dikevin Adara îsal û anî ziman, ku tevî vê yekê jî êrîşên li hemberî gelê Kurd dewam dikin. Kaplan ragihand ku gelê Kurd û tevgera azadiyê sala bihurî bi berxwedaneke mezin pêşwazî kirin û got, "Li Rojava û Başûrê Kurdistanê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên faşîst berxwedaneke mezin hat nîşandan. Kurdên her parçeyî seferber bûn, yekser tevlî vê têkoşînê bûn. Her wiha derdorên sosyalîst û demokratîk tevlî vê berxwedanê bûn. Serhildanên 6-9'ê Cotmehê xwe nîşan dan. Gelê me, berdêla wê şehadetên mezin be jî xwedî li Kobanê derket û di serketina Kobanê de ev berxwedêr bûn xwedî roleke girîng. Îro li Kobanê serketin bi dest ketiye, li Rojava jî her roj hîn bêhtir têkoşîn tê xurtirkin û şoreş tê parastin. Lê belê êrîş û lîstik hînê neqediyane. Êrîş û lîstikên maşika emperyalîzmê çeteyên DAIŞ'ê û dewletên netewe dewam dikin. Pêwîste gelê me li pêşberî vê hişyar be, serhildanê bilind bike, daxwazên azadiyê bêhtir bîne ziman û li hemberî her şêwe êrîşan li her qadê parastina cewherî xurt bike. Her wiha di serî de li Rojava û Bakurê Kurdistanê divê li her parçeyî xebatên avakirina sîstema Konfederal a Demokratîk werin xurtkirin. Divê gelê me êdî ji dewletê ne li benda tişteî be. Ya ku dewlet ji Kurdan, gelên bindest re rewa dibîne, li holê ye. Pêwîste ciwanên me enerjiya xwe bidin înşa, serhildan û parastina cewherî. Bi ruhê Mazlûm Dogan û Newrozê, enerjiya xwe bidin înşaya pozîtîf û parastina cewherî."

'GIRÎNG E XEBATÊN HILBIJARTINÊ JÎ BI RUHÊ SERHILDANÊ WERIN MEŞANDIN'

Kaplan bal kişand ser girîngiya hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê û bibîr xist ku HDP wê weke partî beşdar bibe. Kaplan anî ziman ku HDP'ê paradîgmaay demokratîk, ekolojîk, azadîparêziya zayendî pejirandiye û got, "Lewma serketina HDP'ê di vê hilbijartinê de wê serketina hemû sosyalîst, kedkar, jin û Kurdan be. Ev serketin wê bandorê li çareseriya pirsgirêka kurd bike û rêveçûna siyaseta li Tirkiyeyê biguherîne. Pêwîste gelê me bi ruhê serhildanê tevlî xebatên hilbijartinê bibe."