Di 3 mehan de 10 hezar îmze berhev kir

Di 3 mehan de 10 hezar îmze berhev kir

Mehmet Salîh Gok yê li Swêdê dijî di nava 3 mehan de 10 hezar îmze hat kom kir.  Gok diyar kir ku rojê 4 saetan ji bo xwe dixebite û 4 saetan jî ji bo Kurdistan û Ocalan xebata kampanyayê dimeşîne û got: “ hedefa min ya nû ew e ku rojê 150 îmze kom bikim.”

Welatiyê bi navê Mehmet Salîh Gok yê li Stockholma Swêdê dijî di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statu’ di nava 3 mehan de 10 hezar îmze kom kir.  Gok îmzeyên berhev kir teslîmê Meclisa Gel a Swêdê kir.

Gok îmzeyên berhev kiribû radestê Serokê Meclisa Gel a Kurd ya Swêdê kir û got ku ew bi hişmendiya ‘Gelê ku serokatiya wî ne azad bû, ew gel jî ne azade’ tevli kampanyayê bûye û me bi Gok re hevpyevînek kir.

-Di nava 3 mehan de we çawa 10 hezar îmze kom kir?

Min rojê 4 saet ji bo xwe û 4 saet jî bo ku serokatî û Kurdistanê xebat meşand. Min ev pêk anî. Ger mirov bixwazin her tişt pêk tê.  Daxwaz û bawerî girîng e. Li gelek taxên Stockholmê, li navendên kirîn-firotinê, li banliyoyên trînan min îmze berhev kir.  Li Stocholma ku nifûfa wê milyon û nîve gelek kes min nas dike.

-Herî zêde we ji ku derê kom kir?

Li Banliyonên trenê. Li îstayonan gel ji bo bigihihêjin karê xwe an jî trenê lez dikir. Lê di trenê de dema wan hebû. Piştî min silav dida kesan, min der barê kampanyayê de agahî dida wan. Îmzeyên xwe diavêtinê.

-Bertekên wan çawa bû?

Bi giştî erênî bû. Swêdî der barê Serok Ocalan û kurdan de gelek tiştan dizanin. Ez matmayî mam û kêfxweş bûm.  Hinek kes rewşê baş dizanin.  Welatiyekî Swêdê ji min re got “divê Ocalan neçûbûya Kenyayê?”

-Bertekên paneber û tirkan çawa bû?

Ez bi erebî, suryanî,  spanî û hinek jî îngîlîzî dizanim. Dema ez bi zimanê wan diaxivim bandor zêdetir e.tevli kampanyayê dibin.  Hinek tirkan ji bo ku rewş dizanîn hema îmzeya xwe diavêtinê. Lê bi giştî nîqaş dikin.  Min behsa biratiya gelan dikir. Hinek îqna dibûn û hinek jî nedibûn.

-Helwesta nîjadperest û netewperestan çawa bû?

Ji min re digotin em li dijî nêrîna we ne.  Min jî digot em jî li dijî nêrînên wan in lê divê ev xwîn bê rawestandin. Min got ku peywir dikeve milê her kesî. Ev 30 sal e şer didome û 40 hezar mirov mirin. Lê îmze nediavêtinê.

-Çi fêdeyên wan kampanyayan hene?

 Ji sedî 80 agahiya kesan ji rewşa kurdan û Rêber Apo heye. Piranî erênî difire lê  hinek jî PKK’ê wek rêxistina terorê dibînin. Ez ji wan re dibêjim; ne ku em ji çekan hez dikin, ji ber ku em xwe biparêzin bi kar tînin. Hinek îqna dibin û dibêjim bila şer bi dawî be û Ocalan bê berdan.

-Di 21’ê Adarê de pêvajoyek nû dest pê kir. Bendewariyê we çi ne?

Pêvajo krîtîk e. Serokatî pêngav avêt, dewlet naavêje. Beriya niha 8 caran agirbest hat îlankirin, lê dewlet ne ji dil bû. Em ji dewletê bawer nakin. Divê em gelek baldar bin. Hine kurd dibêjin qey dê bi agirbestê çareserî pêk were. Divê em di vê pêvajoya pêş de têkoşîna xwe bilind bikin. Niha hedefa min ew e ku ez 150  îmze bêm kirin.

-Der barê kampanyayê de pêşniyarên we çi ne?

Li Swêdê pergal mirovan û bi taybet ciwanan pasîf dike. Divê em bi zanebûn tevbigerin. Divê em rastiyan ji ciwanan re bêjin. Divê jin û ciwan bên rêxistinkirin. Divê mal bi mal mirov bigerin. Her wiha divê her kes îmzeyan berhev bike.