'Dewletê kekê min nexweş xist û kuşt'

Girtiyê nexweş Abdulsamet Çelîk, ku piştî hat ber mirinê serbest hat berdan, îro jiyana xwe ji dest da. Birayê wî Abdûrrahman Çelîk got "Kujerê kekê min dewlet e" û xwest hemû girtiyên nexweş ên li girtîgehan serbest bê berdan.

Girtiyê nexweş Abdulsamet Çelîk, ku piştî hat ber mirinê serbest hat berdan, îro jiyana xwe ji dest da. Birayê wî Abdûrrahman Çelîk got "Kujerê kekê min dewlet e" û xwest hemû girtiyên nexweş ên li girtîgehan serbest bê berdan.

Girtiyê nexweş Abdulsamet Çelîk, ku piştî hat ber mirinê serbest hat berdan, îro li Nexweşxaneya Zanîngeha 9 Eylul a lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da.

Birayê Çelîk Abdûrrahman Çelîk ji ANF'ê re axivî û got, "Kujerê kekê min dewlet e, sîstem e. Li girtîgehê bi vê nexweşiyê ketibû. Di nuqteya dawî ya nexweşiyê de hat berdan. Me gelekî li ber xwe da ji bo wî bidin jiyîn, lê ancax ewqasî karibû li ber xwe bide."

Çelîk destnîşan kir, ku kekê wî mirovekî heta nefesa xwe ya dawî ji bo têkoşîna xwe li ber xwe dida bû û got, "Em xemgîn nînin. Em pê serbilind in. Em bi hêrs in."

Çelîk bibîr xist ku li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş hene û diyar kir ku divê hikûmet tavilê kar û barê berdana wan bide destpêkirin.

BÎRLÎKLER: EGER ZÛ BIHATA BERDAN WÊ NIHA LI NAVA ME BÛYA

Hevseroka Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtiyan (TAYD-DER) Şaxê Îzmîrê Nerîman Bîrlîkler jî ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku ji mirina Çelîk sîstem berpirsyare. Bîrlîkler got, "Nexweşiya hevalê me pê ket, li derve gelek caran xwe dide der û dikare bê tedawîkirin. Eger zû bihata tedawîkirin, bi neqla kezebê re dikarîbû tenduristiya wî baş bûya, lê polîtîkayên li girtîgehê hatin meşandin, ew qetil kir. Ji ber tedawiya şaş, ji ber xemsariyê hevalê me wefat kiriye. Xemsariyeke mezin li holê heye. Eger berî sê salan derketibûya, cezayê wî bihata taloqkirin, wê niha li nava me bûya. Bi saxî û selametî ket girtîgehê, lê li girtîgehên di bin parastina dewletê de nexweş ket û niha jiyana xwe ji dest da."

'EM MIROVÊN KEVNEŞOPIYA MIRINÊ JI NEDÎTÎ VE TÊ NE'

Bîrlîkler diyar kir ku dema bi Çelîk re hevdîtin kirine wî ji wan re gotiye, "Ez ti carî ji bo berdanê li ber wan nagerim. Hewl didim hêjayî hevalên xwe bim. Ez ji kevneşopiya berxwedanê têm. Em mirovên kevneşopiya mirinê ji nedîtî ve tê, ne. Bi qasî ku di oxira wê de bimirin em ji jiyanê hez dikin."

'BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ TAVILÊ BÊN BERDAN'

Bîrlîkler got, "Dibe ku ji aliyê fîzîkî mirinek rû dabe, lê belê niha bi hezaran mirov di merasîma cenaze de bi wî re ne."

Bîrlîkler nerazîbûn nîşanî hikûmeta AKP'ê da û xwest, girtiyên nexweş tavilê serbest were berdan.