Dewleta Tirk nahêle gel li Hezexê vegere
Bi rakirina qedexeyê re gelê Hezexê xwest vegere navçeyê, lê destûr jê re nayê dayîn. Li ser rêya Cizîr û Hezexê rêza ji sedan wesayîtan çêbûye û gel li benda derbasbûnê ye.
Bi rakirina qedexeyê re gelê Hezexê xwest vegere navçeyê, lê destûr jê re nayê dayîn. Li ser rêya Cizîr û Hezexê rêza ji sedan wesayîtan çêbûye û gel li benda derbasbûnê ye.
"Qedexeya derketina derve" ya di 16'ê Sibatê de li navçeya Şirnex Hezexê hat ragihandin, duh bi daxuyaniya qeymeqamtiya Tirk a li navçeyê re bi rojê hat rakirin. Li se vê yekê şêniyên Hezexê yên ji neçarî ji navçeyê derketibûn, dest bi vegerê kirin lê dewlet destûrê nade.
Hezexiyên di ser rêya Cizîr û Mîdyatê re dixwazin xwe bigihînin navçeyê, li bendên lêgerînê yên li navçeyê hatin sekinandin.
Welatiyan nerazîbûn nîşanî vê rewşê dan. Çeteyên qesrê ji welatiyan re gotin, "Ji van her du aliyan ve hûn nikarin bikevin nava navçeyê. Hûn ji ku diçin , hûn zanin."
Bi hezaran Hezexiyên berê xwe dan navçeyê li ser rêya Cizîr û Mîdyatê li benda derbasbûnê ne.