Dewleta Tirk karê xwe yê xerakirinê li Cizîr û Silopiyayê didomîne

Li Cizîr û Silopiyayê, talan û xerakirina di bin navê 'cemawerîkirinê' de tê kirin, dewam dike. Gel nerazîbûneke tund nîşanî dewleta Tirk dide.

Li navçeya Şirnex Silopiyayê, bi polîtîkayên 'cemawerîkirinê' re ev 4 roj in bê navber xaniyên welatiyên tên xerakirin. Ev karê xearkirinê di bin kontrola çeteyên Qesrê de tê kirin.

Ev jî têrê nake, fîrmayên ku ji bo dewletê xaniyan xera dikin, hesinên ji avahiyan derdikevin jî didizin. 

Gelê navçeyê yê li hemberî vê talan û xerakirinê bi hêrs e, dixwaze dewlet tavilê ji taxên wan derkeve.

Li navçeya Cizîrê jî heman talan û hilweşandin heye. Herêma xanî lê tê xerakirin ji aliyê polîsên Tirk ve hatiye dorpêçkirin. Hêzên dewleta Tirk ji jêrzemîna duyemîn niha berê xwe dane jêrzemîna yekemîn a wehşetê û wê karê xwe yê xerakirinê li vir bidomînin.

Enqazên xaniyan bi qemyonan ji herêmê tên birin.