Dewleta Tirk ji bo cenazeyan bigire malan dide ber agir

Hate diyarkirin ku dewleta Tirk li Şirnexê ji bo cenazeyên xwe yên 5 roj berê di bin avahiyên hatin îmhakirin de mayî wergirin, malan didin ber agir.

Hêzên dewleta Tirk ên li navenda Şirnexê gelek mal dan ber agir, hate diyarkirin ku ji bo cenazeyên xwe yên 5 roj berê li Taxa Îsmetpaşayê di bin xirbeyan de mayî wergirin wisa dikin. Li gor çavkaniyên herêmî, hêzên dewletê yên nikarin cenazeyên di bin xirbeyan de wergirin piştî gelek malên li taxên Cûmhûriyet û Îsmetpaşayê dan ber agir, ji dûmanên zêde jî sûdê werdigerin û hewl dane cenazeyan bidizin.

Piştî avahî şewitandin û hewl dan cenazeyên di bin xirbeyan de mane wergirin, rastî bersivên tund ên hêzên YPS  û YPS-JIN’ê hatin.

Her wiha ji milekî din taxên Îsmetpaşa, Cûmhûriyet, Dîcle û Bahçelîevler jî bi tank, top û obusan bi dijwarî têne bombekirin. Hate dîtin ku dûmanên ji avahiyên hatine şewitandin asîmanên bajêr girtine, li taxên Îsmetpaşa û Cûmhûriyetê jî şerên giran diqewimin.