Dewleta Tirk destûr nade cenazeyê Hoffmann bê derbaskirin
DewletaTirk destûr nade cenazeyê Ivana Hoffman (Avaşîn Têkoşîn Guneş) şervanan MLKP’ê ya di parastina şoreşa Rojava de bû nemir derbasî aliyê Tirkiyeyê bibe.

Malbat û rêhevalên şervana MLKP’ê Ivana Hoffman (Avaşîn Tolhildan Guneş) a di parastina şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest da ji bo wergirtina cenaze îro hatin Mêrdînê.
Li gor agahiyên Alîkara Seroka Giştî ya ESP’ê Fethiye Ok, Walîtiya Mêrdînê got, "Hûn dikarin cenaze ji Deriyê Sînor ê Nisêbînê wergirin.”
Li ser vê yekê malbata Hoffmann, Ok rêveberên ESP, HDP û MEYA-DER û malbata Oguz Sarûhan ê şehîdê Kobanê hatin Deriyê Sînor ê Nisêbînê.
Şervanên MLKP û YPG/YPJ’ê cenazeyê Hoffman ê li Derikê anîn deriyê sînor.
Vê carê jî wezîfedarên derî gotin ku heta ewraqa fermî tinebe wê destûr nedin cenaze bê derbaskirin.
Ok, têkildarî mijarê got, "Ewlekariya sînor diavêje ser qeymeqamtiyê qeymeqamtî diaveje ser walîtiyê. Bi saetan e em hewl didin cenazeyê xwe werbigirin.”